Mîrasa li jêrzemînê windayî: Şahesera Picasso 60 salî li mala xurdefiroşekî ma

Hewlêr (Rûdaw) – Xurdefiroşekî Îtalî bêyî ku zanibe yê Picasso ye ji 50 salî zêdetir tabloya wî di mala xwe de parast.

Li gorî nûçeya Guardianê xurdefiroşî Îtalyayî yê bi navê Luigi Lo Rosso sala 1962yan li girava Capriyê ya li başûrê Îtalyayê dema ku jêrzemîna malekê paqij dikir, rastî tabloyeke pêçayî hat û ew bir mala xwe.

Luigi Lo Rosso nizanibû ku ew tablo ya resamê navdar ê Spanî Pablo Picasso ye.

Luigi Lo Rosso tablo bir bajarê Pompeiyê û bi salan di çarçoveyeke erzan de li odeya rûniştinê ya mala xwe daliqand.

Tê îdiakirin ku tablo portreya evîndara Pablo Picasso, Dora Maarê ye.

Li quncikê jor ê çepê yê tabloyê îmzeya Picasso heye.

Tê zanîn ku Picasso salên 1930î gelek caran diçû girava Capriyê ya li başûrê Îtalyayê.

Kurê Luigi Lo Rosso, Andrea Lo Rosso cara yekem ferq kir ku tablo ya Picasso ye.

Andrea dema li ansîklopediya dîroka hunerê ya ku xaltîka wî dabû wî nihêrî ferq kir ku îmzeya li ser tabloyê gelekî li ya Picasso diçe.

Her çend Andrea Lo Rosso ji bavê xwe re da zanîn, dibe ku tabloya Picasso be jî, bavê wî guh neda wî.

Malbatê dawiya dawî biryar da ku serî li tîmeke pispor bidin.

Piştî çend salan a lêkolînan, Cinzia Altieri, grafolog û endamê komîteya zanistî ya Weqfa Arcadiayê ku bi nirxkirin, restorasyon û danasîna karên hunerî re mijûl dibe, piştrast kir ku îmzeya li ser tabloyê ya Pablo Picasso ye.

Tabloya Picassoya ku bi salan li mala wî xurdefiroşî bû bi qasî 6 milyon euroyan e.

Tê texmînkirin ku berhem di navbera salên 1930 û 1936an de hatiye çêkirin.

Tablo niha li Mîlanoyê di bin destê Weqfa Picassoyê de ye.