Helbest û estetîka qeyranê

Bilind Bacelan



Gelo beşekî krîza Herêma Kurdistanê piştî serhildanê ne girêdayî werçerixîna civakê ye ji civakeke bindest bo civakeke serhildayî û azad? Gelo reftara cuda li hember civaka kurdî ji bo rizgarkirina wê ji krîzan çi ye? Ji ber çi em estetîka helbestê nakin hokara rizgarbûna ji krîzan û em sûdê ji bedewiya krîzan wernagirin? Gelo estetîka helbesta kurdî ne berhema krîza kurdî ye?


Dîroka gelê Kurd tijî şer e. Şer girêdayî desthilatên cuda ye. Yanî yê ku zulm û stemkarî li Kurdan kir û xwîna wan rijand û şerê wan kir, ne hêzeke tenê bû, lê çend hêzên cuda cuda bûn. Lewma em dibînin ku forma zulmên ku li Kurdan hatin kirin, ji desthilatekê heta desthilateke din diguhere. Qurbanîdana Kurdan jî bi guherîna wan desthilatan re diguhere.


Kurdan li hember her desthilatekê bi rengekî qurbanî dan û bi rengekî li ber xwe dan. Lewma estetîka helbesta kurdî jî guheriye. Guherîna estetîka civaka kurdî kir ku estetîka helbesta kurdî jî biguhere.


Qurbanîdan û berxwedana Kurdan estetîka dîrokî ya gelê Kurd in. Krîzên Kurdan hertim estetîkên kujer vedihewînin. Em dimirin da bi ciwanî bijîn. Mirina me, Enfalkirina me, Kîmyabarana me çend tablo û kevalên estetîkî vedihewînin ku wê heta dawiya dinyayê bimînin. Estetîka ku ji Kurdan ji me re maye, ne ji jiyanê lê ji mirinê dipengize.


Bêguman jiyana Kurdan çend karakterên dîrokî ji me re hîştin ku cihekî wan ê taybet di rûpelên dîrokê de heye. Lê eger em bixwazin bi rastî dabaşa estetîka helbesta kurdî bikin, ji ber pirbûna krîzan, divê em ne ji xweşiyan lê ji xeman dest pê bikin.


Piştî serhildanê krîz dubare vedigerin. Estetîka kujer jî pê re berdewam e û helbesta kurdî jî ji vê estetîkê ne veqetandî ye. Lê ev estetîk di jiyana realîst de her roj hebûna xwe ji dest dide û diçilmise. Ji ber jidestdana çêja jiyanê, em niha ne li pêşber yeqînekê, lê em li pêşber girîmana hebûna estetîkekê ne.


Êş û şer yan azadî?


Bêguman beriya serhildanê çêjeke jiyanê hebû ku em niha hest pê nakin. Di demekê de ku niha alavên çêjdîtinê zêdetir in. Ya ku em hemû li ser li hev dikin ev e: Tu tişt wek berê bi tam û xweşî nemaye, hemû tişt bê tam bûne. Yanî di vî warî de estetîka piştî serhildana gelê Kurd, ji estetîka berî serhildan û azadiyê bêrengtir e. Ango ya ku herî zêde çêj û bedewî daye me, ne azadî lê êş û şer e. Nietzsche behsa pêwistiya êş û azarê dike û bawer dike ku êş pêwistî ye û mirov bihêz dike. Lê nerîna Schopenhauer berovajî ye çimkî ew bawer dike êş ne pêwistî ye.


Nietzsche dibîne ku tamkirina êş û azarê derûna însan xurt û bihêz dike û şefqet û gunehpêhatin dikevin çarçoveya xirabiyê, çimkî nesteke xirab li ba beramber dirust dikin û radeya bawerbixwebûna wî kêm dikin. Di dawî de şefqet “xweperestî” ye, çimkî mirov “avaker” û “avakirî” ye û şefqet “avakirî” ye û pêwist e bê jinavbirin, çimkî ser bi nefseke heywanî ye, berovajî “avaker” ku pêwist e girîngî pê bê dayîn.


Şefqet di piraniya felsefe û destkeftên teorî û metodî û pratîkî yên olî û idea û kitêban de wek pêwistî hatiye behskirin ku exlaq û rewişta mirovan nîşan dide. Lê çaxê em şefqetê ji bo beramber nîşan didin, gelo bi rastî gunehê me pê tê? Li ba Nietzsche, mirov bi riya vegera bo nefsa xwe gunehê wî bi mirovên din tê, ditirse tiştê ku hatiye serê wî, bê serê wî bi xwe jî, bi riya nîşandan şefqetê tirsa xwe kêm û xilmaş dike.


Ango mesele qasî ku girêdayî “xwe” ye, ne girêdayî êndin e. Berovajî têgihîştina Nietzsche, Kurd miletek e ku herdem dilê wî bi wî û derdora wî şewitiye. Ev dilpêşewitîna bi Kurdan ji aliyê Kurdan ve, bû sedem ku em di çend qonaxên dîrokî de rastî astengî û keleman bên.

Ez bûyereke wek Şerê Birakujiyê jî bi heman sedemê ve girê didim. Çimkî gava Kurdan xwe mîna qurbaniyên herî mezin dan naskirin û bûne cihê dilpêşewitînê, ji nişka ve hemû dilpêşewitîna xwe ji dest dan û dest bi rijandina xwîna hev kirin. Fêmnekirina Kurdan ji (estetîka gunehpêhatinê) re û bikaranîna wê bi xirabî jî, sedemekî din yê wî şerî bû.


Tirsa Logos


Di rojbûna 70yî ya John Dewey (1859-1952) de, Profesor Herbert Schneider (1892–1984) mamosteyê zanîngehê li Columbia, ev çîrok got: “Dema Yewnanistana Kevn hat şikandin û têkbirin, xweda li Çiyayê Olimposê bi armanca dîtina cihekî layîq belav bûn. Xwedayê mezin Pan piştî çend sedsalan li ser kumbeta “Çiyayê Grîn” lûsiya. Li wir rûbirûyî xwedayekî din bû bi navê “Logos – Xwedayê Eql û Hikmetê” û dest bi şer kirin. Her yekî ji wan dixwest qencî di kirina wî de bê dîtin, di encamê de biryar dan ji çiyê dakevin û xwedayê sêyem bibînin û dinyayê biguherin û bikin buhişt. Li Berlingtonê biryar dan li şûna ku li xwedayê sêyem bigerin û egera wê yekê heye ku qet biser nekevin, herdu derbasî nav giyanê savayekî bibin. Logos got: “Ez ditirsim ev kar bibe sedema tunekirin û nehîştina me herduyan.” Pan bersiva wî da: “Dibe ku wiha be, lê di dawî de wê mirovekî jîr û kemilî ji dayik bibe û mirovatî bigihe pile û payeyeke bilind.”


Bi rastî Şerê Birakujiyê û qeyranên din ên Kurdan jî kirin ku gelek kes li herdu bereyan jinav herin, lê heta niha ew mirovê jîr û kemilî nehatiye ku mirovatiyê yan qe nebe Kurdan bigihîne pileya herî bilind. Tirsa Logos di cihê xwe de bû, em ê hemû ji nav herin ji ber qeyran û azaran, lê divê em bendewarê jidayikbûna wî mirovê bilind jî bin.


Kurdbûn çi ye?


Pirsek ku pêwist e Kurd di sîbera estetîkê de bikin, ev e: Kurdbûn di nav van hemû qeyranên dîrokê de çi ye? Fikrê Heidegger bi redkirina îdeayên Descartes dest pê dike. Mezintirîn bandora wî li ser fîlosofî û metafizîka Rojavayî hebû. Timî dipirsî: Hebûn çi ye? Ev pirs ji serdema Socrates heta serdema Descartes hatibû piştguhkirin.


Heidegger ne amade bû wê pirsê tev bide û digot kesê pirsên pir û zêde tev dide û wan bê bersiv dihêle ne fîlosof e, lê ew kes fîlosof e ku hemû jiyana xwe ji bo yek pirsê terxan dike. Di felsefeya hemdem de buhayê antolojiyayê lê vegeriya.


Mijara hebûnê mijareke kûr e û vegotina wê nepêkan e. Bêyî ku me danasîneke giştî dabe hebûn û nebûnê, me ew li dijî hev rêz kirine. Eger hebûna Kurdî hebûneke estetîk be, hingê divê em dubare hest bi qeyranên wê hebûnê bikin, çimkî hebûneke “qeyranî-estetîkî” ye û “qeyrana estetîkî” heye.


Pirseke din ku divê em ji xwe bikin, ev e: Dîroka me bilindtir e yan efsane? Gelo efsane dikarin trajediyeke realîst weke ya me binivîsin? Cudahî di navbera efsane (fable) û heqîqetê (datum) de ew e, ev heqîqetê dibîne û ew efsaneyan dibîne.


Efsane cuda ye ji derewê (churlish), çawaniya heqîqetê rêjeya wê cudahiyê diyar dike. Utopya ji derewê bêtir, nêzîkî efsaneyê ye, lê herdu ne wek hev in. Efsane hokar bûn ji bo mabûna heqîqetan, di nav wan de jî heqîqeta daristanê (xwarina bêhêzan ji aliyê bihêzan ve) Rasteqînan efsane afirandine, mirov (human) weke rasteqîneyekê ji aliyê efsaneyê ve nehatine afirandin.


Campbell tarîfa efsaneyê ji gera li pey maneyê ji bo ezmûnkirina maneyê guhert. Campbell doz dike em efsaneyên gelên dinyayê bixwînin çimkî efsaneyên me yên olî me fêr nakin em çawa li hundirêv xwe vegerin.


Don Kîşot


Çîroka Mesîh di Incîlê de, doza qebûlkirina mirinê ji me dike, mirina Mesîhê kurê Xwedê. Joseph Campbell di hevpeyvînekê de ligel Bill Moyers, mirina Mesîh wek destpêka gihîştina azadiyê binav dike, lê ew mirin destpêka rêwîtiya azadiyê bi keştiya jiyanê ji bo welatê windabûnê ye.


Mirina Kurdî ku estetîka Kurdî ye, azadî afirand, lê girîngtirîn xal zindîkirina estetîkê ye û zindîkera bedewiyê jî jiyana hevpar e. Heta em bi hevre nejîn û cudahiyên hev qebûl nekin, em ê nikaribin xweşik û bedew bin. Axaftina li ser jiyana hevpar bi tena serê xwe felsefeyeke zengîn û piralî ye.

Şiyana Don Kîşot a çêkirina pir û têkiliyan bi xelkê re nebû, lewma tenê di xeyala xwe de qehreman bû. Don Kîşot de la Mancha bi nerînên cuda û dinyaya modern a qazancperest û bêrehm û dilkevir re debar nake. Li gor Foucault, Don Kîşot veqetîneke apstmolojî ya nû û taze ye. Eger em jî nikaribin pir û têkiliyan ava bikin û hev qebûl nekin, hingê em jî fena Don Kîşot tenê di xeyala xwe de qehreman û bedew in!