Li Parîsê Paka Yilmaz Guney hate vekirin

03-07-2017
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Guney Park Parîs Derhêner
A+ A-

Parîs (Rûdaw) – Li Herêma 10 a Parîsa paytexta Fransayê, bi navê derhêner û sînemakarê navdar ê kurd Yilmaz Guney, parkek hate vekirin.  

 

Li semta Strasbourg Saint-Denis a Herêma 10 a Parîsê, Parka Yilmaz Guney bi fermî hate vekirin.

 

Di 27ê Adara 2017ê de, Şaredariya Parîsê biryar dabû, ku navê Yilmaz Guney li parkekî bê danîn.

 

Di dema vekirina parkê de Serokê Şaredariya Herêma 10 a Parîsê Remi Ferraut, ji malbata Mitterandê Gilles Mitterand, hevjîna Yilmaz Guney, Fatoş Guney, derhênerê ku li Festîvala Fîlmên Cannesê de li gel Guney xelat wergirtibû, Costa Gavras û herwiha nûnerên sazî û rêxistinên kurd li Parîsê jî amade bûn.

 

Semta Strasbourg Saint-Denis a Herêma 10 a Parîsê, yek ji wan herêmane ku herî zêde kurd lê dijîn. Herwiha derhênerê navdar ê kurd Yilmaz Guney jî demekê li vir jiyaye.  

 

 

 

 

Yilmaz Guney kî ye?

 

Derhêner û sînemakarê navdar ê kurd Yilmaz Guney, bi navê rast Yilmaz Putun, di 1ê Nîsana sala 1937ê li gundê Yenîce ya bajarê Edene ya Tirkiyê ji dayik bû. Bi eslê xwe ji malbateke kurd ê Siwerega Rihayê ye.

 

Yilmaz Guney dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê xwend. Ji ber ji malbateke karker bû, di 9 saliya xwe de dest bi kar kir. Di dema xwendina amadehiyê de dest bi nivîsandina çîrokan kir.

 

Guney xwendina xwe ya bilind li beşa hiqûyê ya Zanîngeha Enqerê,  beşa aborî ya Zanîngeha Stembolê kir. Di dema dibistanê de, di sala 1957ê de dadgeh derbarê wî de 7 sal û nîv cezayê zîndanê û 2 sal û nîv jî cezayê sirgûnê dide. Lewma xwendina xilas nake. Lê ew tenê salekê di zîndanê de dimîne.

 

Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

 

Yilmaz Guney ji ber kuştina dozgerê Yumurtalikê 18 sal bi cezayê zîndanê hate mehkum kirin lê ew di sala 1981ê de ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt.

 

Guney di sala 1982ê de, di Festîvala Fîlmên Cannesê ya Parîsê, bi fîlma xwe ya bi navê Yol anku Rê, xelata Palmiyeya Zêrîn girt.

 

Derhênerê kurd Yilmaz Guney, di 9 îlona 1984ê de, hê di 47 saliya xwe de li Fransayê koça dawî kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst