Ciwan Haco dê li Silêmaniyê konsertekê saz bike

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco dê li bajarê Silêmaniyê konsertekê saz bike.

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Ciwan Haco, çû bajarê Silêmaniyê serdana Şanoya Romanî kir.

Ciwan Haco ji Rûdawê behsa nûtirîn projeya xwe kir û got ku ew dê Cotmeha îsal li ser sehneya Şanoya Romanî li Silêmanî konserteke mezin pêşkêş bike.

Ciwan Haco got: “Em niha li Şanoya Romanî ya li bajarê Silêmaniyê ne. Bajarê Silêmaniyê bajareke me yê bi nav û deng ê Kurdistanî ye û bajareke hûnerhez e. Ev cara sêyemîn e ez têm Silêamayê û xelkê vê derê bi rastî ji Kurdayetiya xwe hez dikin û kar û xebat ji bo welatê xwe kirine.”

Derbarê dema konserta li Silêmaniyê de jî got: “Em dê vê payîzê Şanoya Romanî konserteke solo saz bikin.  Hêvîdar im xelkê me Silêmaniyê bên li vir amade bibin.”

Ciwan Haco weke tê zanîn rengekî nû xiste nava muzîka Kurdî de û di nava Kurdan de deng da. Li hejmareke Kurdên zêde li her çar perçeyên Kurdistanê û diasporayê ji dengê wî, ji rengê muzîka wî, ji gotinên stranên wî hez kirine.