Dara Lalo; ji tora civakî ber bi sînemayê ve

Hewlêr (Rûdaw) - Dara Lalo lîstikvanê ciwan ê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî 76. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê bû.

Dara Lalo yê ku cara yekem e beşdarî Festîvala Fîlman a Cannesê bû tevlî bernameya Rûdawê Diasporayê bû û diyar kir ku dema ew çûye festîvalê ew matmayî maye û hewl daye bi stêrkên cîhanê re selfiyekê bigire lê nekarî ye “Min tenê bi du kesayetên Almanî re selfî girtin.”

Dara Lalo got, “Ez ji Kobaniyê me û li wir ji dayik bûm lê min li Efrînê şano xwend û berî 7 salan hatime Almanyayê. Niha li Zankoya Munchenê beşa werzişê dixwînim. Ez dixwazim di pêşerojê de sînemaya Almanî bixwînim û bibim lîstikvanekî navdar.”

Dara Lalo yê ku wek lîstikvan di fîlmekî de cih girtiye, di torên civakî de kesekî navdar e û heyranên wî hene.