Mizgîn Hesko dîwana xwe ya nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvana Kurd Mizgîn Hesko berhema xwe ya heftemîn bi navê “Rêgehên Keskîn” weşand. Ev berhema nû li Almanyayê, ji nav weşanên SerSerayê derket. Amadekirina berg û çapê jî ji aliyê Beşar Mistefa ve hat kirin.

Mizgîn Hesko ji beşa Edeb û Kultûra Rûdawê re ragihand ku “Rêgehên Keskîn” ji 39 helbestên kurt û du helbestên dirêj pêk tê û got: “Herdu helbestên dirêj welatperwerî ne bi navên Baskên girêdayî û Dergehên bajêr bigirin li ser Kerkûkê ye.”

Hesko herwiha got: “Min di vê berhema xwe de hewl daye bi form û şêwazeke nû bêm pêşberî xwînerên helbesta Kurdî. Helbestên min kurt in, lê qet ne lasayîkirina helbesta hayiko ye. Eger helbest dirêj be, kes wê naxwîne.”

Mizgîn Hesko sala 1973an li Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û ji sala 1996an ve li Almanyayê dijî. Heta niha 6 pirtûkên wê derketine wek: Tîpên Evînê – Di Nav Henasên Kovanan de – Ber bi Werzê Hezkirinê ve.