Hejar Zehawî bi mûzîka xwe sînoran nahêle

03-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hîwa Selah Xêrî

Hewlêr (Rûdaw) - Geşta hunerî ya Hejar Zehawî û hevrêyên wî li bajarê Dihokê destpêkir, di Hewlêrê re derbas bû û li Silêmaniyê bi dawî hat. Ev geşt bi helkefta destpêkirina weşana televizyon û radyoya Rûdawê bû.

Li kafeterya hotêlê bi hevjîna we re, ku bêhtirî salekê destgirtiyên hev in, benewarî dikirin, da ku bi grûba xwe re dest bi provayê bikin. Hejar Zehawî defa derwêşan girtibû destê xwe, di dema ku lêdana defê li cîhanê tê birrîn, ewqasî hogirê defê bûye ku herdem wek siya wî pê re ye. Ew dixwaze bi rêya melodî û rîtma kurdî hewar û nalîna neteweya xwe bigihîne her kunceka vê cîhanê.

Grûpa Hejar Zehawî ji çend hunermendan pêk tê, ku her yek ji wan ji welatekî û kultûreke cuda hatiye. Lê her ku li mûzîkê didin hest bi cudabûnê nakin, ji ber ku Hejar grûpa xwe bi tevayî hogirî hev kiriye. Harmoniya def, keman, kemançe û defên rojhilatî tevî drams û bassgîtara rojavayî gellekî zehmet û zor e. Lê ev grûp di vê yekê de serketiye.

Geşta hunerî ya Hejar û hevrêyên wî (Îmamyar Hesenov, Elî Qemserî, Ertan Tekîn, Louis Benjamîn û Ted Snîr) di bin navê “rehên kevin û pelên nû” de, ku ji aliyê Tora Medyaya Rûdawê ve hatibû amadekirin, roja 09.05.2013ê li Dihokê destpêkir. Beriya destpêkirina konsertê Hejar Zehawî got ku "îro em ji şeş kultûrên cuda mûzîkê pêşkêş dikin, ji ber ku her mûzîk heyvanê hezkirin û lêborînê ye. Bi mûzîkê em biratî û hevjiyana neteweyan dubare dikin. Noteyên mûzîkê dil û derûna me ji gemara kîn û duxmiyê pak dikin."

Bi gihiştina dawiya konserta li Dihokê, Hejar Zehawî û grûpa wî ji aliyê amadebûyan hatin gulbarankirin û çepkên cemawer jî salona konsertê dagirtin. Di vegera xwe bo Hewlêrê de Hejar û grûpa xwe yekem car serdana peristgeha Laleş jî kirin. Hejar gellekî kêfxweş bû ku karîbû serdana vê dervera ayînî bike, wî zû jî gotina bervedêrê peristgeha Laleşê ji bo hevrêyên xwe werdigerand.

Hejar Zehawî sala 1980î li bajarê Xaneqînê ji dayik bû. Ji demek dirêj ve li Londonê dijî. Zehawî ji zanîngeha SOAS a Londonî bawernameya bakeloryayê ya ethnomusicology wergirtiye û projeya wî ya zanîngehê jî li ser govenda kurdî bû.

Êvara 10.05.2013ê li ber salona Seed Ebdulla 2 otomobîlên reş rawestiyan. Hejar, hevjîna xwe û grûpa wî daketin. Çend çenteyên mezin ji sundoqa otomobîlê derxistin. Hejar bi xwe çenteyê def û daholê hilgirtibû. Hevjîna wî jî cilên kurdî yê Hejar bi dest girtibûn, da ku êvarê li konsertê li xwe bike.

Hejar di kar de gellekî cidî ye. Têbîniyên wî li ser tevaya hûrkarî û karê amadekirina konsertê hebûn. Lewma wî bi xwe bi endazyarî karê deng û roniya konsertê dikir, heta ku ti kêşe nebe sedema têkçûna rewşa konsertê.

Biryar bû ku konserta Hewlêrê 6ê êvarê destpêbike. Lê nîv demjimêrê dereng ket. Yek ji amadebûyan, ku li rêza pêşî rûniştibû, bi hevrêyekî tenişta xwe re axaftin dikir û gazina wî ji derengketina konsertê hebû, ji ber ku gellekî dilê wî di karên Hejar de hebû, dixwest zû konsert destpêbike. Dema ku ahengê destpêkir, coşek mezin ket nav amadebûyan. Bi awayekî bi rîtm û awazan re, bêyî ku agahdar bin, diketin semayê. Vê derdixist ku bandoreke mezin li ser amadebûyan kiribû. Bi taybetî wê dema ku defa Zehawî û dramsa Ted Snîr bi ser hev de dadiketin û rîtma rojhilatî û rojavayî bersiva hev didan.

Tevlîhevkirina mûzîka kultûrên cuda bi mûzîka kurdî re cihê guhdana hunermendên kurd e. Ev karên ku Hejar Zehawî jî dike, ji bo danasîna huner û kultûra kurdî bi cîhanê ye. Di vî warî de Hejar got "tevlîhevkirina rîtm û awazên kurdî bi mûzîka cîhanî re gaveke baş e ji bo pêşxistina mûzîk û kultûra kurdî. Herwiha danasîna kultûrên neteweyên din bi xelkê Kurdistanê erkê me tevan e."

Demjimêr 5ê êvarê, roja 11.05.2013ê xelk hêdî hêdî ber bi salona Telar a hunerî ya Silêmaniyê ve dihatin, da ku tevlî konserta Zehawî. Ekterê sînemayê Şiwan Etuf beriya destpêkirina konsertê ji Rûdawê re got: "Ez gellekî bi karê Hejar ve girêdayî me. Li pirraniya konsertên wî amade dibim. Herdem bi karê xweşik û nû tê." Demjimêr 6 e. Salon ji amadebûyan tije bû. Lê hê jî Hejar derneketiye. Ji nişkê ve bi çepkên giştî pêşwaziya Zehawî û grûpa wî hat kirin. Destpêka konsertê tevaya amadebûyan hejand. Zurneyê bi defa Hejar re hezkirin xist dilê hemû amadebûyan. Xelk tevlî rîtm û mûzîkê bibûn.

Her li konserta Silêmaniyê dema destpêkirina weşana TV û radyoya Rûdawê hatibû eşkerekirin, 29.05.2013ê. Di wê konsertê de gellek hunermend jî amade bûn. Stranbêj Kîjan Ibrahîm Xeyat derbarê çêja mûzîka kurdî û tevlîkirina wê bi mûzîka rojavayî re got: "Li cem min ev tiştekî gellekî xweşik û nû bû. Helbet Hejar bi xwe hunermendekî gellekî xurt e. Em bendewariya karê xweşik û baştir jê dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst