Panêla Bîranîna Xalid Begê Cibrî û Hereketa Azadî
Amed (Rûdaw) - Li Bakûrê Kurdistanê li Amedê panêleke bi navê Serok û Kadroyên Rêxistina Azadî hate li dar xistin. Panêl ji aliyê “Komîteya Bîranîna Xalid Begê Cibrî û Hevalên wî” ve hatî organîzekirin de jiyana Xalit Begê Cibrî û xebatên wî hatin nirxandin.
Li Amedê di Salona Konferansê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê de Panêla Bîranîna Xalid Begê Cibrî û Hereketa Azadî birêve çû.
Di despêka panêlê de Tehsîn Sever ê neviyê Xalid Begê Cibrî axaftinek kir û rola Xalit Begê Cibrî a Netewperweriya Kurd de girîng nirxand. Her wiha axaftvanên panelê ji aliyê netewî ve nêrîn û analîzên xwe anîn ziman.
Panêlistên bîranînê Prof. Dr. Abbas Walî, Prof. Dr. Yaşar Abdulselamoglu, Doç. Dr. Dilêr Şaweys, Dr. Mehmet Emin Sever û Abudulbarî Han bûn.
Xalid Begê Cibrî û hevalên wî ji aliyê Komara Tirkiyê ve ku wê demê Mustafa Kemal Ataturk desthilatdar bû rastî helwesteke tund hatibû.
Xalid Begê Cibrî û hevalên wî di sala 1924ê de ji aliyê artêşa Komarê ve hatin girtin û li Bedlîsê 14ê Nîsana 1925ê de hatin darvekirin.
Tê gotin bingeha serhildana Şêx Seîd ji aliyê Hereketa Azadî ve hatiye avêtin.