Kejê Hawta Esed: Temenê min ne yê stranên evînî ye

 

Hewlêr (Rûdaw) - Kejê (14) xuşka çar birayan e. Temenê wê çar salî bû dema yekem car derket ser dikê û stira. Kejêya ku niha li Hewlêrê diçe dibistanê, beriya demekê ji bo beşdariya di olîmpiyada stranê li Tirkiyê wek nûnera Iraqê hate hilbijartin

Pêşbirka ku wê ji 180 welatan nûner beşdar bibin, biryar e di Hezîrana bê de li Stembolê birêve here.

 

Rûdaw: Beşdariya te di vê olîmpiyadê de li ser doza dibistana te bû?

Kejê: Bi rastî gellek kes bûn ku ji aliyê îdareya dibistanê ve doz li wan bû ku beşdariyê vê olîmpiyadê bibin. Ji nav 12 kesan ez wek nûnera Iraqê hatim hilbijartin.

Mercên beşdariya di olîmpiyadê de çi ne?

Pêşî komîteyek rûdine, tu jî distirê. Êdî li gor deng û awayê strana te tu tê hilbijartin. Ango tenê merc deng e.

Di dema têkoşîna ji bo beşdariya di olîmpiyadê de tu ji kîjan rikberên xwe ditirsiyayî?

Spasiya Xwedayê mezin dikim ku min karîbû bigihijim vê qonaxê. Niha di qonaxa sêyem de me. Sê qonaxên din mane. Ji ti rikberên xwe jî natirsim.

Heta çi qasî baweriya te bi te heye tu bigihije dawiya vê olîmpiyadê?

Baweriyeke min a tekûz bi min heye û bi dengê min heye ku bigihjim dawiya olîmpiyadê.

Birayê te Mihemed di gellek stranan de ligel te derdikeve. Navbera we çawa ye?

Mihemed duyem mamosteyê min e. Pirraniya demê em bi hev re ne û di dema provan de ew arîkariya min dike. 

Bavê te hunermendekî diyar e. Heta çiqasî bandora wî li ser te hebû?

Bavê min herdem mamoste û hevalê min bû. Wî ez fêrî hunerê kirim. Eger handan û piştgiriya wî nebûya, ez bi ti awayî nedigihiştim vê qonaxê.

Navbera te û dayika te çawa ye. Ew di karê hunerî de arîkariya te dike?

Dayika min nêzîktirîn heval e ji min re, ji ber ku ez takekeç im li malê.

Pêwendiyên te ligel apê te Ziyad Esed çawa ne. Nêrîna wî li ser karên te çawa ye?

Heta niha rû bi rû min ew nedîtiye, lê pêwendiyeke me ya baş heye û ew gellekî ji kar û dengê min razî ye. Bi rastî ew niha bi danîna awaza straneke min mijûl e.

Tu bêhtir stranên olî dibêjî û stranên evînî nabêjî. Gelo bavê te rê nade te, yan tu hez nakî?

Na. Bi ti awayî bavê min ne rêgirê min e, lê temenê min ne yê wê yekê ye ku stranên evînî bêjim. Li cem min asayî ye û dibe rojek were stranê evînî jî bêjim.

Bêhtir stranên te li ser kanalên îslamî derdikevin, çima?

Dibe bi sedema wê yekê be ku bêhtir min stranên olî û niştimanî gotine.

Di hevpeyvîneke ligel Rûdaw de Şehrîbana Kurdî gotibû kanal bêhtir giringiyê didin hunermendên rût. Heta çiqasî tu ligel vê nêrînê yî?

Ez hevnêrîn im ligel gotina vê hunermenda rêzdar. Heta niha ji aliyê kesekî ve destxweşî ji min re nebûye, di demekê de ku bûme nûnera Iraqê.

Projeya te ya dawî çi ye?

Bi CDyekê mijûl im, bi navê “Lew Rojewe/ Ji wê rojê ve” ku ji 14 stranan pêk hatiye. Bi zimanê tirkî û kurdî distirêm. Pirraniya tekst û melodiyan folklorî ne. Karê studyoyî nêvî li Tirkiyê bûye û nêvî li Kurdistanê. Nêzîkî 7 stranan bi tenê dibêjim. Di vê mehê de dixim ber destê guhdêran.

 

Hevpeyvîn: Evîn Selah