Kurdo li Swîsre yekemîn e
Dusseldorf (Rûdaw) - Hunermendê kurd yê mûzîka Hîp Hop û Rapê, Kurdo (26) êdî di rêzên herî jor yên mûzîka almanî de ye.
Kurdo sala 2011ê yekemîn CD derxist. Heta niha bêtirî nîv milyon kesî rûpela wî ya facebookê ecibandine. Niha jî CD ya wî ya nû gihîştiye astên herî jor di nav rêzbendiya mûzîka almanî de.
Kurdo bi CD ya xwe ya nû ya bi navê “Almaz“ li Almanyayê di rêza 3emîn ya mûzîka almanî de ye, ango CD ya wî 3emîn CD ye ku li Almanyayê herî zêde tê firotin e.
Li Swîsreyê jî Kurdo di rêza yekemîn û li Awisturyayê jî di rêza 6emîn de ye.
Malbata Kurdoyê ku li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûyê, di 8 saliya wî de weke penaber berê xwe dabû Almanyayê.
Wê demê bavê wî li Almanyayê dijiya. Dayîka wî û xûşk û birayên wî bi tenê berê xwe dan Almanyayê.
Li ser wan rojan Kurdo di hevpeyvînekê de dibêje: “Serê sibehê zû bû, em bi erebeyekê derbasî Tirkiyê bûn, ji wir jî me bi keştiyekê berê xwe da Yûnan û Îtalyayê.“
Du xûşk û birayên Kurdo di wê rêwîtiyê de mirin. Agahiyên Kurdo yên zêde derbarê wê bûyerê de nînin: “Ez li ser wê bûyerê tiştekî ji dayîka xwe napirsim, ji ber ku ew xemgîn dibe.“ Di CD ya xwe ya nû de Kurdo stranek ji bo dayîka xwe jî gotiye.
Kurdo niha ligel malbata xwe li bajarê Heidelbergê li başûrê Almanyayê dijî.
CD ya nû ya Kurdo-Almaz