Kalevala û dîlana şûr



Selman Ruşdî dibêje: «Karê wêjeyî yê mezin, bila sansur jî li ser bê, her xwe ferz dike wek Ulysses a James Joyce û Lolita ya Nabokov û Hezar û Yek Şev ku xwe îzbatkirin. » Nivîskarek ku li jêr fişara sansurê be, di dema nivîsandinê de, qelema xwe ne bi dest lê bi diranên xwe digire. Lê torevan ji reqîb bihêztir e. Sansur têk diçe û diqede, lê edebiyat her zindî dimîne. Franko riswa bû, lê Lorka nemir e.


Miguel de Cervantes “1547-1616”  bi Don Kîşot “Don Quixote”  hem hîmê nivîsandina romanê dideyne, hem jî bilindtirîn mînaka edebiyata tinazker “îronîk”  pêşkêşî me dike. Di Don Kîşotê de, têkçûn serketin e û xeyal rastî ye. Cervantes di wê romana xwe de ne tenê behsa avabûna roja qonaxa fêrisiyê ji me re dike, lê dest dibe wî “fêrisê”  ku di nava her yekî ji me de dijî. Don Kîşotê serhildaneke hunerî ye li dijî kevneşopiyên serdest, desthilata stemkar, bandora olê û dadgehên lêkolînê û herwiha mînaka bilind ya komedya reş e û îlham daye çend  nivîskarên mezin wek Gogol.


Ne pir giring e berhema wêjeyî xeyalî yan realîst be. Eger mirov dahêner be, hem xeyal zeviyeke dewlemend e û hem realîte jî. İlyada û Odysseia ku Homeros nivîsîne û dibe ku li ser asta dinyayê nemirtirîn û dewlemendtirîn karên torevanî bin, berhema têkilhevkirina dîrok û helbestê, yan rastir xeyal û realîteyê ne.


Ji dema Yûnanistana kevn ve û heta Shakespeare û Dante û piştî wan jî, berhemên wêjeyî wek dastan û şanoyan, bi helbestan hatine nivîsandin. Dastana ku bi helbestan hatiye nivîsandin û bê dudilî dikare wek şahesera gelê kurd bê hejmartin, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ye.


Kalevala ku dastana fînlendiyan e, ji hezaran beytên helbestê û ji dehan sirûdan pêk tê. Heta nîvê yekê yê sedsala 19an jî ev dastan devkî ma û hat vegotin û parastin, jê bi şûnde Elias Lönnrot “1802 –1884”  ku helbestvanekî zimanzan bû ew berhev kir. Herçiqasî Lönnrot hem ciwankarî di dastanê de kiriye û hem jî hinek tişt lê zêde kirin, lê ewqasî hunermendane ew kar cîbicî kir ku şûna destkariyê li ser teksta folklorî ne diyar e. Wek çawa “Komedya Xwedayî” ya Dante, zimanê belav û bêserûber yê îtalî kir yek ziman, Kalevala jî bo yekkirina zimanê fînlendiyan bi heman rolê rabû.


Ola “Mesîh”  ku dereng digihe Fînlendayê, bi hênceta dijatîkirina pûtperestiyê, dest bi nehîştina kultûra şêniyên Fînlendayê dike. Di destpêka sedsala 19an de, Rûsya Fînlendayê dagîr dike, êdî kelepora fînlendiyan, xwe di navbera agirê Mesîhiyet û kultûra Rûsyaya dagîrkar de dibîne. Berhevkirin û nivîsandina dastana Kalevala, karvedaneke welatperwer bû û berxwedanek bû li hember wan herdu dagîrkariyan.


Dahênerên Kalevala, ne elît lê mirovên normal in. Helbest ku folklor in, di dema rêwîtî û bêhnvedanê de bi stran tên gotin. Hemû qehremanên dastanê, ne kesên girêdayî çînên bilind in û mijara cudahiya çînan li holê nîne, wek ku ew civaka ku dastan lê hatiye afirandin ne civakeke çînayetî bû, tew hinek amaje li ser qonaxa dêsalariyê jî hene. Friedrich Engels dibêje: “Em dikarin qonaxa ku civak tê de derbas dibe, bi corên çekan nas bikin ku wê heyamê dihatin bikaranîn.” Çimkî çeka sereke ya destê qehremanên Kalevala şûr e, ev tê wateya ku dastan vedigere demeke kevnare û dêrîn.


Berevajî metolojya Grîkî ku qehremanên wê xwedawend in, di Kalevala de qehreman hemû mirov in. Di Kalevala de jî xwedawend heye, lê xwe nîşan nade, tenê xelk bawer dikin ku xwedawend hem bi derd û belayan wan diceribîne û hem jî di tengasiyan de li hawara wan diçe. Yek ji qehremanan ku navê wî “Ahtî” ye, ciwanek e dixwaze xweşiyên jiyanê bibîne, ji jinên bedew û şeraba baş û xwarina xweş hez dike, wek ku şagirtê Epicurus “341-270 b.z”  be.


Li Fînlendayê, hîn jî Kalevala cihê giringiyê ye, ku roja rewşenbîriyê li wir 28ê Sibatê ye, çimkî Elias Lönnrot di sala 1835an de di wê rojê de pêşgotina çapa yekê ya wê dastanê nivîsand. Elias Lönnrot bawer dikir ku ziman çavkaniya rewşenbîriyê ye û bingeha nasnamê û havêna vejên û geşbûna miletan e û berdewamkirina jiyana neteweyan e.


Gava ku Jorge Luis Borges “1899-1986”  Kalevala dixwîne, pir pê matmayî dibe û bandoreke pir kûr lê dike, çend caran lê vedigere û di gelek çîrokên xwe de sûdê jê dibîne. Borges derbarê Kalevala dibêje: “Ne tenê dastana gelê Fînlenda ye, lê dastana wan hemû gelan e ku li ser perava deryayê dijîn. Herçiqasî kevn e, lê siberojê dibîne. Kesê biserve dibe, wiha hest dike ku xwediyê nasnameya hemû gerdûnê ye. ”