Ahmet Guneştekîn li Stenbolê amadekariya pêşengeha xwe ya herî mezin dike

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Guneştekîn Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar Ahmet Guneştekîn ragihand ku ew dê pêşengeha xwe ya herî mezin sala 2024an li Stenbolê veke.

Hunermend Guneştekîn li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, pêşengeha ku amdekariya wê tê kirin, dê li ArtIstanbul Feshaneyê bi rê ve biçe.

Ahmet Guneştekîn di daxuyaniya xwe de got:

“Pêşangeha min a ku ji aliyê dîroknasê hunerê yê Alman Christoph Tannert ve tê birêvebirin, dê bihara sala 2024an li ArtIstanbul Feshaneyê bi rê ve biçe.

Pêşangeh dê ji xebatên min ên vê dawiyê û yên ku ez dê çêbikim pêk were.

Xebatên min, dê li hundir û derveyî holê bêne nîşandan û ev pêşengeha min a herî mezin e.

Xebatên min ên ku di çend salên dawî de ez li ser dixebitim dê cara ewil li ArtIstanbul Feshaneyê bêne nîşandan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst