Arşevê Oskan beriya penc salan li xerîbiyê koça dawiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvanê Kurd Arşevê Oskan beriya penc salan li bajarê Hamburgê yê Almanyayê koça dawî kiribû. Di pencemîn salvegera wî de nivîskar, wergêr û karmendê Rûdawê Besam Mistefa ev raport amade kiriye.


Helbestvan, rojnamevan û nivîskarê Kurd Arşevê Oskan di sala 1967an de li gundê Bîrkinêsê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Oskan xwendina xwe li Dirbêsî û Hesekê qedand.


Di sala 2001ê de wî û çend hevalên xwe Kovara Zevî derxistin û bû sernivîskarê wê. Arşevê Oskan bi nexweşiya xedar a penceşêrê, di 25ê Mijdara 2012an li welatê xerîbiyê, li bajarê Hamburgê yê Almanyayê çû ser dilovaniya xwe.


Arşevê Oskan yek ji nûserên Binextê yên genc û naskirî bû ku hema bêje wî hemû berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsandin.


Ji sala 1995an û heta 2012an, ji xeynî berhemên neçapkirî, Arşev şeş berhem li pey xwe hiştin bi navê: Hêviyên Birîndar, Kê Gul Çinî? Berbang Qedexe ye, Xewnistan, Keştiya Penaberan û Awazên Evînê.


Di salvegera Arşev de, Mihemedê Seyid Husên wiha dibêje: "Gorbihuştiyê hêja Arşevê Oskan: Bawer bike hêj diyardeyên nexşeya rûyê te di ristesziya helbestê de dixwînim, li nav baxên gulzaran di landika evînê de dilorînim, nexşeya Kurdisatnê li ser kêla gora te dimeşiqînim, hîna kurtepista te, sêpil û pêjna piyên te, deng, reng û dîmenê te dipelînim, ji kuç û kolanên Dirbêsiyê hêj nehatine birrîn.”


Nivîskar Roza Kurd jî hest û nestên xwe li ser Oskan wiha tîne ziman û dibêje: “Min bi Arşevê Oskan û helbestên wî ji helbesta kurdî ya nûjen hez kir, min bi helbestên wî, evîn, jan û jiyan nas kir. Arşev, di jiyana xwe tevî de li ser zimanê kurdî xabat kir. Helbestên wî ji çanda kurdî re xizmeteke mezin e.”


Di helbesteke xwe ya pir xemgîn û dilşewat de, Arşev wiha dibêje:

Ez diçim…

Li delavên wan çeman binefşan av didim

Bila kes li min nemeyzîne tenê ez û xewnên xwe

Li wan masîkên ku bi kurdî dikenin temaşe bikim

Yên ku ji îro pêve nema diçim nêçîra wan

Ez diçim…

Li pişta wan asoyên rewrewkî, yên meyandî siwar dibim

Di ber bahozên berfîn yên zivistanên çiyan re difirim

 

Ew berfa ku li ser nêrgizan paldayî bi tîna dilê xwe dipeşêfim

Li nav wan zeviyên zeytûnên Efrîn û mêwên Qerejdaxê digerim

Wan kewên gozel yeko yeko li Cûdî dihejmêrim

Min bes vegerîne van walatên sar û bê stêr û

Piştre min ji xewa mirinê dîsa hişyar bike

Ez diçim û nema vedigerim!


(A.B)