Zengene bi “Gurên Welat” ve mijûl e

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê kurd Celîl Zengene nivîsîna senaryoya rêzefîlma xwe ya nû xilas kiriye ku behsa hezkirina rast a vê serdemê dike.

 

Navê dramaya nû ya Celîl Zengene “Gurên Welat” e û dibe ku 25 an jî 30 xelek bin.

 

Derbarê navê dramaya xwe de ji Rûdawê re got; “Di dema pêşkeşkirinê de armanca bikaranîna vê navê dê eşkere bibe. Lê di naverokê de behsa hezkirina rast a vê serdemê dike.”

 

Zengene sê beşên xeleka dramayên “Gerdelûl” berhem aniye. Lê ji ber nexweşiya dil ev sê sal in li mala xwe rûniştiye.

 

Celîl Zengene derbarê vê yekê de jî got; “Beşa çaremîn a Gerdelûl temem bûye. Lê min hiştiye heta rewşa min a tendurustiyê baş bibe, paşî bê weşandin.”