Li dijî KURDÎ-DERa Êlihê doza girtinê hat vekirin

02-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Êlih (Rûdaw/DÎHA) – Li dijî şaxê Êlihê yê Komela Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman Kurdî (KURDÎ-DER) bi hinceta ku têkiliya wê bi PKK û KCKê re heye, doza girtinê hat vekirin. Serokê Şaxa KURDÎ-DERê ya Êlihê Şêxmûs Aslan, li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ti pirsgirêkên wan ên hiqûqî tune.

Dozgerê Komarê yê bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê, piştî ku xwest Komeleya Çand û Piştvaniyê ya Mezopotamya ya Êlihê (MEYA-DER) û Komeleya Alimên Oldar (DA-DER) bên girtin, niha jî der barê Komela Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman Kurdî (KURDÎ-DER) ya Êlihê de doza girtinê vekir.

Dozgeriyê li dijî KURDÎ-DERê bi hinceta têkiliya wê bi PKKê û KCK'ê re heye li 2emîn Dadgeha Asliye ya Cezayê ya Êlihê doz vekir.

Rûniştina yekemîn ya doza KURDÎ-DERê dê 18ê Kanûnê li 2emîn Dadgeha Asliye ya Cezayê ya Êlihê bê dîtin.

Serokê Şaxa KURDÎ-DERê ya Êlihê Şêxmûs Aslan, li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan û diyar kir ku ti pirsgirêkên wan ên hiqûqî tune û wiha got: "Dozger derbarê KURDÎ-DER'ê de xwest ku li gorî zagona Medenî ya Tirk a xala 89'an komele bê fesixkirin. Hikûmeta AKP'ê li Aliyekî behsa azadiyan dike, li aliyê din jî qedexeyan tîne.”

Aslan, da zanîn ku hikûmet dibêje zimanê kurdî serbest e, lê derbarê saziyên kurdî de doza girtinê vedikin û wiha got: "Dozên ku li me û komeleyên me tên vekirin li dijî hiqûq û zagonan e. Pêkanînên keyfî û li dijî mafê ziman e. Zimanê me tehemul nakin û dozê li me vedikin. Em ji bo parastina ziman û mafê xwe dê her rêbazan bikar bînin û têbikoşin."


Aslan, her wiha anî ziman ku ew li gorî rêziknameya dewletê tev digerin, lê dewlet rêziknameya wan binpê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst