Kargeha cigare dibe mezintirîn navenda çandî ya Kurdistanê

02-11-2016
Piştwan Cemal
Nîşan Kargeha Cigare Silêmanî Navenda Çand û Geşedanê
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû ku 9 milyar dînar bûdceyê terxan bike da ku kargeha cigare ya Silêmaniyê bikin mezintirîn navenda çandî ya Herêma kurdistanê.

 

Kargeha cigare ya Silêmaniyê di salên 1956 û 1957ê de li ser rûberê 25 donim erd hatiye avakirin. Di meha Îlona 1961ê de dest bi berhemanînê kiriye. Salên 70 û 80ê yê sedsala borî jî weke “serdema zêrîn” a kargehê tê binavkirin. Piştî raperîna mezin a sala 1991ê karê kargehê hêdî hêdî kêm bû û ev 11 sal in jî ji kar ketiye.

 

Di dawiya sala 2012ê de rêxistina Çand û Geşedanê projeya xwe pêşkeşî hikûmeta Herêm aKurdistanê kirin.

 

Berpirsê bernameyên vê rêxistinê Şîrwan Elî ji Rûdawê re got: “Roja 31ê Adara sala 2013ê Civata Wezîran ferman derxist ku mal û milkên kargehê ji Wezareta Pişesazî veguhezin bo Wezareta Rewşenbîrî. Çimkî cihekî gelek baş e ku ji bo piraniya çalakiyên kûltûrî bibe navendekî kultûrî-çandî.

 

Şîrwan elî herwiha ragihand: “Wê demê projeya me pir berfireh bû. Ji bilî avahiyên kargehê, me dixwest em pirtûkxaneyekî mezin û parkekî binerd ê otomobîlan jî ava bikin. Me pêşniyaza 30 heta 40 milyon dolar pêşniyar kiribû. Krîza darayî nebû. Hikûmetê jî daxwaz kir ku proje bi baştirîn şêwe bê çêkirin. Lê jiber nebûna bûdceyê proje hate paşxitin.”

 

Rêxistina Çand û Geşedanê ji wê demê heta niha ligel gelek pispor, mamostayên zanîngehan û rêxistinan şêwiriye, bi awayekî xwebexş jî proje amade kirine.

 

Niha ji bo pêkanîna projeyê destûr hatiye danîn û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo ev proje li Paytexta Kûltûrî Silêmaniyê ev proje bê cîbicîkirin, kojmeyê 9 milyar dînar bûdce veqetabdiye.

 

Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî li Silêmaniyê Babekir Direyî ji Rûdawê re got: “Me ligel serokwezîr û cîgirê serokwezîr hevdîtin pêkanîn. Biryar hate dayîn ku bi pereyê bûdceya Paytexta Kûltûrî ev proje bê çêkirin.”

 

Li gorî gotina Direyî, bûdceya Paytexta Kûltûrî 20 milyar dînar e. Ji vê kojmeyê 11 milyar ji bo projeyên nîvçe û berdewamî hatiye mezaxtin ku 6 milyar dînarê wê ji bo Şanoya Romanî ya Hawarî Şar hatiye terxankirin. Herwiha 9 milyar dînarê din jî ji bo nûjenkirina kargeha cigare û amadekirina holên wî hatiye terxankirin.

 

Babekir Direyî da zanîn ku beriya niha ligel Wezîrê Rewşenbîrî civiyane û biryar dane ku ji bo pêkanîna projeyê bordekî ava bikin.

 

Direyî got: “Dê holên kargehê bên nûjenkirin û bibin holên mûzîk, şano û pirtûkxaneyan.”

 

Jiber krîza darayî zêdetirî 2 salan e piraniya kar û çalakiyên hûnerî û çandî hatine sekinandin. Babekîr Direyî diyar kir ku li Silêmaniyê 42 fermangehên wan hene û pêşnegiya çalakiyên hunerî yên bajarê Kerkûkê jî dikin.

 

Direyî got: “Ji nîvê sala 2015ê heta niha me nêzîkî 300 çalakiyan kiriye. Bi vî awayî Silêmaniye berwirdê hemû bajarên din ên her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo sazkirina çalakiyên hunerî çalaktir bûye.”

 

Şîrwan daxuyand ku bi pêkanîna vê projeyê dê ev navend bibe mezintirîn navenda çandî li Kurdistanê û Iraqê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst