Şefqeya li ser “î“ li serê Sîtav bûye bela
Koln (Rûdaw) - Hêj hayê Sîtavê 6 hefteyî ji van pirsgirêkan nîne û dibe ku dema ew mezin bibe êdî bi van pirsgirêkan jî rûbirû nemîne. Lê serê dêbavên wî piştî jidayikbûn wî ketiye belayekê, ku li welatekî ewropî gellek kes vê weke pêkenokekê dihesibînin. Lê ev “pêkenok“ wê parêzeran li dijî qanûnên Tirkiyeyê bikişînê nava meseleyê.
Sedema serêşanê jî şefqeya li ser tîpa “î“ ye di navê Sîtav de. Li gor balyozxaneya Zuricha Swîsreyê, ev tîp di nav tîpên tirkî de nîne û ji ber wê yekê Sîtav nikare li Tirkiyeyê werê qeydkirin û nasnameyê wergire. Lê malbat dixwaze Sîtavê biçûk bibe Tirkiyeyê, da ku dapîra wî ya nexweş wî bibîne. Bêyî nasname jî Sîtav nikare derbasî Tirkiyeyê werê kirin.
Malbata Sîtav beriya 12 salan weke penaber ji Bakurê Kurdistanê hatine Swîsreyê û hêj hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Piştî jidayikbûna Sîtav di 2yê Îlona borî de, dêbavên wî diçin balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Zurichê. Li gor bavê Sîtav, Ararat Olmez, li ser daxwaza qeydkirina kurê wan yê nû jidayikbûyî, karmendên balyozxaneyê wiha ji dayika Sîtav re gotine: “Weke hûn dizanin divê hûn navekî tirkî diyar bikin. Di navên tirkî de nabe tîpên X, W û Q hebin, herwiha nabe nîşanên taybet yên frensî jî li ser tîpan hebin.“ Herçiqasî dayika Sîtav hewl daye bi karmendên balyozxaneyê bide famkirin ku ji bo têgihiştina rast ya navê kurê wê hebûna nîşana şefqe li ser tîpa “î“ di navê kurik de mecbûrî ye, lê wan ev yek qebûl nekiriye û jê re gotine ku yasayên Tirkiyeyê wisa ne û “bêyî navekî tirkî ew nikare daxwaza nasnameyê bike û li ba wan alfabeya kurdî nîne.“
Li ser vê helwesta karmendên balyozxaneyê, dayika Sîtav li wan vegerandiye: “Lê navnîşana înternetê bi “www“ hûn dikarin binivîsînin, weke ku ji navnîşana balyozxaneyê diyar dibe.“ Lê karmendên tirk dîsa bi sarî jê re gotine dema ku wê di belgeya swîsreyî ya jidayikbûnê de navekî tirkî li zaroka xwe kir, wê demê em dikare dîsa werî cem wan. Di vê navberê de malbata Sîtav heta niha çendîn caran serî li balyozxaneya tirk û herwiha wezareta derve ya tirk jî daye, lê heta niha bêyî encam mane. Di daxuyaniyekê de balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Zurichê diyar dike ku di alfabeya tirkî de “î“ ya bi şefqe nîne, lê ı û i hene.
Di vê navberê de balyozxaneya tirkî diyar kir ku ew amade ye daxwaza malbatê ji dezgeha biryarder ya li Tirkiyeyê re bişîne û eger ew jî daxwaza malbatê qebûl neke, wê gavê malbat dikare dozê bibe dadgeheke tirkî û hewl bide bi rêya dadgehê navê kurdî bide pejirandin.
Lê pirsgirêkên Sîtav û malbatî wî ne tenê bi rayedarên tirk re hene, li Swîsreyî jî nebûna nasnameyê dibe sedema pirsgirêkên din. Bêyî pejirandina navê Sîtav, ew nikare li Tirkiyeyê werê qeydkirin. Beyî qeyda li Tirkiyeyê, nasnameya wî jî nikare werê çêkirin. Û bêyî nasnameya tirkî, anjî nivîseke ji balyozxaneyê derbarê sedemên nebûna nasnameyê de, ew nikare li Swîsreyê jî were qeydkirin. Lê balyozxaneya tirkî ne nasnameya Sîtav derdixe, ne jî nivîsa pêwîst dide. Bi vî awayî tênê rêya parêzerekî û çûna pêş dadgehê ji malbata Sîtav re hatiye hiştin.
Beriya 3 salan heman pirsgirêk
Beriya sê salan malbat dîsa rastî pirsgirêkeke bi heman şêweyî hatibû. Di 2010ê de malbatê dîsa xwestibû zarokê xwe yê nû jidayikbûyî bi navê Zanyar li balyozxaneya tirkî tomar bikin. Dîsa bi sedema ku ne navekî tirkî ye, ew nav nehatibû pejirandi. Bavê Sîtav û Zanyar dibêje ku wê demê bavê wî li Bedlîsê djiya û wî dixwest bavê wî neviyê xwe yê biçûk bibînê. Lê salek di ser de derbas nebû, bavê wî bêyî ku neviyê xwe bibîne nexweş ket û wefat kir. Li gor bavê Sîtav, ev helwestên berpirsên tirk nîşanên wê yekê ne ku Kurd ne tenê li welatê xwe, lê li welatên Ewropayê jî bi bêdadî û çewisandinan re rûbirû dimînin.