Ji Nûbiharê berhemeke girîng a 7 bergî: ‘Dîroka Edebiyata Kurdî’
Hewlêr (Rûdaw) – Weşanxaneya Nûbiharê seta Dîroka Edebiyata Kurdî ya Prof. Dr. Marûf Xeznedar ku ji 7 bergan pêk tê çap kir.
Weşanxaneya Nûbiharê li ser çapkirina “Mêjûy Edebî Kurdî/Dîroka Edebiyata Kurdî” ya Prof. Dr. Marûf Xeznedar li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Nûbiharê di daxuyaniyê de diyar kir ku berhem ji aliyê Ziya Avci ve ji Soranî hatiye wergerandin.
Nivîskar û akademîsyen Prof. Dr. Abdurrahman Adak li ser berhema “Mêjûy Edebî Kurdî/Dîroka Edebiyata Kurdî” di pêşgotinê de aniye ziman:
“Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata Kurdî hatiye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye.
Ev dîroka edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopediyeke edebiyatê ya giranbiha ye jî.
Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebiyata Kurdî, di heman demê de zanyariyên bingehîn ên bi coxrafya, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde, destnivîsarî û rojnamevaniya Kurdî re pêwendîdar û seyra dîrokî ya edebiyatên cîhanê jî radixe ber çavan.
Di Mêjûy Edebî Kurdî de diyalektên edebî yên Kurdî, di çarçoveya serdeman de pêkve hatine pêşkêşkirin (qonaxbendiya asoyî) û ji bo her helbestvanekî bi qasî ku bibe namilkeyek cihekî zêde hatiye terxankirin.
Di berhemê de, li gor qewareyê, bi rêzê edebiyatên Kurdîya Soranî, Goranî, Kurmancî û Lorî cih digirin. Heçî Kurdîya Zazakî û Kurdîya berî Îslamê ye amaje bi wan nehatiye kirin.
Ji aliyê edebiyata Kurmancî ve li ser esasê ekola Rûsyayê kêm helbestvan hatibin dayîn jî, di nav lîteratura Soranî de, berhema ku herî zêde cih daye edebiyata Kurmancî dîsa Mêjûy Edebî Kurdî ye.
Ji ber ku di berhemê de edebiyata Soranî bi qonaxên xwe yên klasîk û modern bi awayekî pir berfireh hatiye pêşkêşkirin, rola berhemê ya esasî di qada edebiyata Soranî de ye.
Guman tuneye ku hemû Kurdên ku Kurmanciya latînî bi kar tînin, de ji vê berhema Marûf Xeznedar ya ku bi destê Ziya Avci hatiye Kurmancîzekirin û ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin mefayeke mezin bi dest bixin.”
Berhema “Mêjûy Edebî Kurdî/Dîroka Edebiyata Kurdî” ji 7 cildan pêk tê ku her cildek li ser serdemekê ye:
Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.
Cildê II. Sedsalên 14. û 18an
Cildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.
Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)
Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala 20an de (1914-1945)
Cildê VI. 1945-1975 (A)
Cildê VII. 1945-1975 (B)
Prof. Dr. Marûf Xeznedar kî ye?
Marûf Xeznedar, sala 1930yî li Hewlêrê ji dayîk bûye.
Perwerdeya seretayî û navîn li Hewlêrê û ya amadeyî li Kerkûkê xwendiye.
Di navbera salên 1952-1957an de di saziya perwerdeyê ya wî wextî de mamostetî û birêvebirî kiriye.
Sala 1957an Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Bexdayê xilas kiriye û bûye mamosteyê zimanê Erebî.
Sala 1960î bi rêya Lijneya Zanistî ya Îraqê çûye Moskowê û li wê derê 9 mehan perwerde dîtiye.
Paşê li bajarê Petersburgê li Beşa Kurdî ya Enstîtuya Vekolînên Rojhilatê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê perwerdeya masterê û li Fakulteya Rojhilatê ya Zanîngeha Petersburgê jî perwerdeya doktorayê xilas kiriye (1963).
Sala 1968an li Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê bûye mamoste û serokbeş û heta ku sala 1981ê malnişîn bibe ev kar domandiye.
Di dema vî karî de kariyera xwe ya akademîk temam kiriye û sala 1979an pileya profesoriyê wergirtiye.
Sala 1973yan li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Bexdayê Beşa Kurdî damezirandiye.
Di beşên edebiyatê yên Zanîngeha Enabê li Cezayîrê û Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê mamostetî kiriye.
Çi telîf çi wergêr 32 berhemên wî yên çapkirî hene. Di nav van de ya herî girîng Mêjûy Edebî Kurdî ye ku ji 7 bergan pêk hatiye.
Di gelek rojnameyan de nivîskarî kiriye.
Endamê Sendîkaya Rojnamegerên Îraqê û endamê Yekîtiya Rojnamegerên Cîhanê bûye.
Her wiha endamekî çalak ê Korî Zanyarî Kurdistan bûye.
Marûf Xeznedar, sala 2010an li Hewlêrê wefat kiriye.