Dîwana ‘Dupa Eşqê Qîza Şivîn’ a Çerkezê Reş çap bû
Hewlêr (Rûdaw) – Weşanên Avestayê dîwana helbestvan Çerkezê Reş a bi navê “Dupa Eşqê Qîza Şivîn” çap kir.
Weşanên Avestayê li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku wan dîwana ‘Dupa Eşqê Qîza Şivîn’ a Çerkezê Reş çap kir.
Helbestek ji dîwanê:
Te li çiyayê me ye kubar
Baq nekiriye kulîlkê xas,
Û siba ber bi kaniya tu car
Nexingiriyî sivik, pêxas.
Te ra nenas û xerîb in
‘Emrê ferih, bêrî, zozan,
Tu dixwezî ku tim hebin
Baxçe, êvar û ramûsan.
Vî bajarî tu hejandî
Bi herrojiya xwe ye pir germ,
Lê ez lawê çiya me gendî,
Lema jî hev fe’m nekin em.
Dupa Eşqê Qîza Şivîn
— Avesta Yayınları (@avestayayin) September 27, 2024
Çerkezê Reş
Berhemên Giştî: 1
DERKET!
Avesta hemû berhemên Çerkezê Reş çap dike. Berhema pêşî helbest e; “Dupa Eşqê Qîza Şivîn”.https://t.co/XbryERUnDf pic.twitter.com/lgrtJPGW1Z
Çerkezê Reş kî ye?
Çerkezê Reş helbestvan, fîlolog, akademîsyen, siyasetmedar, wergêr û rojnameger e.
25ê Tebaxa sala 1955an li maleke Kurdên Êzidî, li bajarê Êçmiyadzînê yê Ermenistana Sovyêtê ji dayîk bûye.
Sala 1977an Fakûlteya Fîlolojiyê ya Enstîtuya Pêdagogiyê (Xaçatûr Abovyan) xilas kiriye û di pê re di heman fakûlteyê de bûye asîstan û mastera xwe sala 1980yî xilas kiriye.
Sala 1984an doktoraya xwe bi şêwirmendiya Prof. Heciyê Cindî parast û bû akademîsyenê beşa Ziman û Edebiyata Ermenan.
Di salên 1990-1992yan de li Zanîngeha Davît Anhaxtê ya Rewanê bingeha beşa Kurdolojiyê danî.
Piştre di salên 1993-1997an de li Zanîngeha Dostaniya Gelan a Moskowê dersên ziman û edebiyata Kurdî dan.
Tevî xebatên xwe yên akademîk berpirsyariya kovara polîtîk Kurdistan Raporta ku li Moskowê bi Rûsî û rojnameyên Welatê Rojê (Mezopotamya), Sîncar, Botan ên ku li Rewanê bi Kurdî û Ermenî derdiketin kiriye.
Di navbera salên 1997-2007an de Serokatiya Komeleya Kurdistan Komîteyê kir.
Çerkezê Reş 20ê Adara sala 2008an wefat kir.
Çerkezê Reş heta niha bi dehan gotar û pirtûkên edebî, rexneyî û zanistî nivîsandine ku gelek ji wan nehatine çapkirin.