Li Enqerê muzîkjenek ji ber ku stran nezanî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çankaya ya Enqerê muzîkjen Onur Şener, bi hinceta ku strana ji wî jhate xwestin nezanî ji aliyê sê kesan ve hat kuştin.

Bûyer duh bi şev li taxa Çayyolu ya navçeya Çankayayê li cihê şahiyê pêk hat.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Tirkiyê de belav bûne de, çend kesên hevalên hev çûn cihê şahiyê û ji muzîkjen Onur Şener ê ku wê demê li ser dikê bû, daxwaza stranekê kirin. Oner Şener, diyar kir ku ew stranê nizane û lê nexistiye.

Li ser vê yekê sê endamên komê bi muzîkjen re nîqaş kirin û piştî nîqaş dirêj bû şerê hev kirin. Bi navbeynkariya karmendên cihê şahiyê  û mişteriyên din şer bi dawî bû.

Lê dema ku Onur Şener ji cihê şahiyê derdikeve û ber bi mala xwe diçe ji aliyê grûba navborî ve rastî êrişê tê.

3 êrîşkar bi şûşeyên camê yên di destê wan de li Şener xistin. Li ser agahiya welatiyên ku bûyer dîtin, ekîbên polîsan cihîştin cihê bûyer û ew ji hev cuda kirin.

Şener ê ku bi parçeyên camê ji qirika xwe bi giranî birîndar bibû û şandin nexweşxaneyê, lê tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Tîmên Buroya Cinayetê ya Rêveberiya Şaxa Ewlehiya Giştî ya Enqerê di derbarê bûyerê de 3 gumanbar desteser kirin.

Onur Şener ê jiyana xwe ji dest da biryar e sibê piştî nîvro li Enqerê bi axê bê spartin.