Alî Înanir berhemek pêşkêşî rihê Jîna Emînî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Humermendê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Alî Înanir berhemeke bû pêşkêşî rihê Jîna Emîni kir.

Hunermendê Kurd Alî Înanir ji Rûdawê ragihand  ku “Jîna Canê” nûtirîn  berhma wî ye û ew wê berhema pêşkêşî  rihê Jîna Emînî û xelkê Rojhelata kurdistanê dike.

Alî Înanir da zanîn ku teksta wê  bi hevbeşî li gel pêşkêşkara Rûdawê Sîma Abxizir nivîsiye.

 Karê Muzîkê  ya vê berhemê ji aliyê Alî Înanir ve hatiye amadekirin û karê dabeşkirina muzîkê jî  ji aliyê Înan Tat ve hatiye kirin.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.