Şakir Fetah gerokekî herdemî

02-10-2018
Senger Zirarî
A+ A-

Tevî ku di edebiyata Kurdî de û bi zimanê Kurdî, Aladîn Secadî (1907-1984) berî Şakir Fetah gername (geştname) nivîsandine, lê cudahiya navbera gernameyên herduyan ew e ku Aladîn Secadî bi taybetî ji bo nivîsandina gername serdana piraniya wan cihan kiriye ku di gernameya xwe de bi navê “Geştêk Le Kurdistana” behsa wan kiriye. Lê Şakir Fetah di hemû jiyana xwe de çiqas ger û geşt kiribe, piraniya herî zêde (eger em nebêjin hemû) gername nivîsandiye, ev jî rê dide me ku em Şakir Fetah wek gerokekî herdemî bi nav bikin.

 

Şakir Fetah ji temenekî biçûk ve, yan wek ew bi xwe dibêje ji germiya zarokiyê ve dest bi geşt û gerên xwe kiriye û di temenê 16 saliyê de yekem ger û geşta xwe (Geşta Şarbajêr) pêk aniye. Dibe ku ev tiştekî normal be û gelek kes hebin ji ber rewşa wan a malbatî û taybet ji zarokiyê ve û di temenê ji Şakir Fetah biçûktir jî, di ger û geştê de bin, lê ya ku Şakir Fetah ji piraniya wan cuda dike ew e ku wî gernameyên xwe ji wê demê ve nivîsandine û di dawiya salên şêstî yên sedsala borî de jî çend gername li pey hev belav kirine.

 

Şakir Fetah geşta her dever û navçe û dûre jî geşta her welatekî dike, gernameya xwe bi hûrbînî dinivîse û belav dike. Dema ew hîn sax bû, wî gernameyên xwe ligel bîranîn û jiyannameya xwe “Awêney Jînim” (Neynika Jîna Min) bi hev re çap nekir, lê her gernameyeke xwe bi awayekî serbixwe belav kiriye. Ev jî nîşana wê yekê ye ku wî hest pê kiriye ku gername janreke wêjeyî ya serbixwe ye û wek mijareke serbixwe pê re tevgeriyaye.

 

Ev nayê wateya ku Şakir Fetah piştî bidawîhatina gera xwe, yan piştî çend salan û piştî ku xwestiye geşt û gerên xwe binivîse, dest bi nivîsandina wan kiriye. Na, ramana ger û geştê û tomarkirina bûyeran li ba wî, ji yekem geşta wî ve û di temenekî biçûk de gul vedaye. Diyar e wî gelek bûyer roj bi roj tomar kirine, wek mînak li cihekî Geşta Şarbajêr de ku yekem geşt e û li wir temenê wî ji bo vê projeyê hîn biçûk e (16 sal), dibêje: “Piştî (Qelaçwalan) heta roja yekşemê ku îro ye, min dema xwe bi melevanî û çûna (Direlekonê) û siwarbûnê buhurand…” Yanî gava dibêje: (ku îro ye), tê wateya ku wî her di wê kêliyê de û rojane bûyer tomar kirine.

 

Em dikarin bêjin çanda nivîsandina gername li ba Şakir Fetah, ne tenê ew bû ku bibe gerokekî demkî û karê wî di xalekê de bi dawî bê, wî serdana cihekî tenê yan welatekî tenê nekiriye û dûre gernameya xwe derbarê wî cihî yan welatî nivîsandiye. Lê gerokekî daîmî bû û nivîsandina gername li ba wî, projeya temamiya jiyana wî bû.

 

Ger û geştên sereke yên jiyana Şakir Fetah li pey hev ji bo van cihan bû: Geşta Şarbajêr, Pêncwên, Sûriye, Libnan, Siroçik, Helebce û Hewraman, Etrûş, Zirbatiye, Qere Hesen, Xurmal, Qadir Kerem, Ranye, Çemçemal, Şêxan, Akrê, Amêdî, Dihok, Zaxo, Parîs, Tirkiye, Eman, Misr, Hewlêr û çend cihên din. Gava em dibêjin geştên sereke yên jiyana wî, mebesta me ew e ku ew di serdana hemû wan cihan de, çi li hundir be yan li derve be, çi wek karmend û berpirsekî mîrî çûbe (ku li gelek cihan rêveberê nahiye û serokê şaredariyê bû), yan ji bo xweşî û derbaskirina demê, bi demkî di van cihan de derbas nebûye, lê di hemû ger û geştên xwe de bûyer û têbîniyên xwe nivîsandine û belav kirine. Hinek gernameyên xwe jî bi awayê kitêbên serbixwe di dawiya salên şêstî de, wek rêzekê bi vî awayî belav kirin: Geşta Şarbajêr (1929), Geşta Pêncwên (1930), Geşta Siroçk (1932), Geşta Helebce û Hewraman (1933).

 

Şakir Fetah di jiyana xwe de li ber nivîsandina gernameyan tenê nesekiniye, lê ew nûserekî ensîklopedî bû, di çend warên wêjeyî û dîrokî de bi nivîsandin yan wergerandin kar kiriye, piştevaniya ciwanan dikir û berê wan dida xwendin û çandê, herwiha berê wan dida zanîn û huner û fîlosofiyê û ji bo vê jî projeyeke wî ya demdirêj bi navê (Projeya Xwendewariya Kurd) hebû ku ji wergerandin û nivîsandina çend nivîsaran derbarê berhem û nûserên girîng ên cîhanê û pêşxistina nivîsandin û zimanê Kurdî pêk dihat.

 

Wî ji bilî nivîsên xwe, çend metinên cîhanî jî wergerandine zimanê Kurdî, di karên xwe yên îdarî de serkeftî bû. Li çend cihan gava wek rêveberê nahiye dest bi kar dikir, guhdaneke berçav dida warê çand û rewşenbîriyê û rojnameya dîwarî ya taybet bi wê nahiye yan qezayê derdixist. Wek mînak rojnameyên (Xurmal) li Xurmalê û (Basere) li Qadir Keremê û (Çemçemal) li Çemçemalê û (Akrê) li Akrê.

 

Şakir Fetah sala 1914an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, li Silêmanî û Bexdayê û piştre li Libnanê xwendiye, dûre vegeriyaye Bexdayê û koleja maf (hiquqê) li wir xilas kiriye. Piştî xilaskirina xwendinê wek mûçexwerê mîrî hat damezrandin û li gelek cihan wek rêveberê nahiye û qaymeqam û şaredar kar kiriye. Piştî têkçûna pêwendiyên Kurdan û Iraqê di sala 1975an de, hikûmeta Iraqê otonomiyeke kartonî ji bo navçeya otonom a Kurdistanê ragihand. Şakir Fetah li wir pile û paye wergirt û gihîşte pileya cîgirê serokê encûmena yasadanînê, lê ev nebû sedem ku ew dev ji wijdana xwe û Kurdîtiya xwe berde, herwiha diyar bû ew ne bi desthilata Partiya Beisê re bû.

 

Dema di 12-13ê Adara 1988an de li Hewlêrê semînarek hate sazkirin li jêr navê “Semînareke zanistî derbarê Kurdan, di hizira lîder Sedam Hisên de” çend berpirsên Partiya Beisê jî di semînarê de amade bûn, di wê demê de Şakir Fetah nikarîbû xwe ji wiha zêdetir bixapîne û bi awayekî eşkere got: “Çareseriya herî baş ji bo meseleya neteweyî ya Kurd ew e dewlet ligel têkoşerên bizava rizgarîxwaz a Kurd li Iraqê, rûbirû rûne û dest bi gotûbêjan bike, eger ne bi vê riyê be, bi çekan çare nabe…”

 

Piştî semînarê, Şakir Fetah hate girtin û piştî demekê termê wî radestî malbata wî hat kirin.

 

Gernameyên Şakir Fetah ne tenê di wî alî de girîng in ku behsa wê serdemê dikin û siruşta civakî ya şêniyan û siruşta wan navçeyên ku wî serdana wan kiriye bi me didin nasîn, lê herwiha di wî alî de jî girîng in ku behsa gelek kesayetiyên navdar û rewşenbîr ên wan serdem û cihan ji me re dikin û dûre ji bo nivîsîna jiyannameya kesayetiyan û raz û nihêniyên jiyana wan sûd ji wan gernameyên Şakir Fetah hatiye wergirtin. Wek mînak, di geşta Helebce û Hewraman û serdana mala paşa de, çavê wî bi Ehmed Muxtar Begê Caf û birayê wî Tahir Beg dikeve û çend zanyariyên girîng derbarê jiyan û proje û karên van herdu helbestvanan û zanyarî li ser mala Osman Paşa û Adîle Xanimê bav û diya van herdu helbestvanan tomar dike ku dûre ji bo nivîsîna jiyannameya wan sûdmend dibin.


Senger Zirarî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst