Di festîvala fîlman de Selahattîn Demîrtaş hate xelatkirin

Silêmanî (Rûdaw) - Di Duyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê de Xelata Ahmet Kaya pêşkêşî Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş hate kirin.

 

Bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyaya Rûdawê, demjimêr 18:00ê êvara roja 1ê Cotmehê, Duyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê dest pê kir.

 

Di destpêka festîvalê de bi strana “Salana salana” sînevîzyona Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş hate pêşkeşkirin û paşî Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar, Xelata Ahmet Kaya da Parlamenterê HDPê Nadir Yildirim.

 

Di dema rêwresmê de Mele Bextiyar axaftinek kir û got: “Selahattîn Demîrtaş hevalê min ê nêzîk e. Tabloya wê ya diyariya min di mala min de ye. Ez gelek û gelek xwemgînm ku ew niha girtî ye. Di demekê de ku me ji bo azadiya girtiyên xwe kar dikir, ew hatine girtin. Lê em di azadiyê de bi rijd in.”

 

Parlamenter Nadir Yildirim jî silavên Demîrtaş ragihand û sipasiya festîvalê kir.  

 

Çalakiyên Duyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê dê heta roja 7ê Cotmehê berdewam bibe û 170 fîlm dê bên pêşkêşkirin.