Peywend Caf: Di xwaringehan de stran gotin ne şerm e

Silêmanî (Rûdaw) – Hunermendê stranbêj Peywend Caf, li bajarê Silêmaniyê jidayik bûye. Zêdetirî 20 sal in stranan dibêje. Caf heta niha 3 albûmên bi navê Bêdengî, Baran û Pepûle belav kirine û niha jî mijûlê amadekirina albûmekî nû ye.

 

Peywend Caf di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa albûma xwe ya nû û hevjîniya xwe ya ligel keça helbestvanê navdar ê kurd, Şêrgo Bêkes, kir.

 

Ji bo me dikarî behsa albûma xwe ya nû bikî?

 

Nêzîkê 7 sal in ez bi vê albûmê ve mijûl im. Albûm ji 10 stranan pêk tê û yek ji wan miqam e. Berhemên şadî û yên xav jî di nav de hene. Herdu stran jî li ser şêwazên cuda hatine gotin. Mûzikên wan cuda ne, ji ber vê jî naşibin hev. Beşek ji wan stranan jî min li Tirkiye û Îranê, tomar kirine. Awazên wan jî pêşkeşê giyana dayika xwe ya koça dawî kiriye û hemû dayikan e.

 

Ji bo berhemekî 7 sal ne demekî dirêj e?

 

Bêguman zêde ye. Lê min biryar dabû ku ez lezê nekim. Dixwazim her berhemek bimîne. Hez ji lez û bez û hat û çû nîne. Weke mînak, hinek stran hene, beriya 25 salan hatine gotin û hê jî mane.

 

Ji ber çi stranên albûmên te ji aliyê şêweyê awaz ve ji tevlîhev in?

 

Gelek kesan ev pirs ji min kirine û dixwazin jî bi herdu awazên folklorî û nûjenî bêjim. Dixwazim ciwan jî û kesên bi temen jî guhdariya stranên min bikin.

 

Navê albûma te ya nû çi ye?

 

Ji bo gûlekî

 

Tê gotin ku tenê ji bo amadekirina strana bi navê “Ji bo Gûlekî” zêdetirî salekî kar hatiye kirin. Ev rast e?

Zêdetirî 6 salan pê çû. Gotin û awaz ê hunermend Ziyad Esed e û wî gelek kar ji bo vê stranê kiriye. Beriya niha momosta Şêrgo Bêkes jî guhdariya vê stranê kiribû.

 

Kengî belav dikî?

 

Heta niha ji bo 3 stranan klîp hatiye amadekirin. Yek ji wan ji aliyê şîrketa Bablion û du ji wan jî jî ji aliyê Biryar Fetah ve hatine amadekirin. Dixwazim klîbekî din jî çêbikim. Pir dixwazim îsal belav bikim lê rewşa navçeyê û Kurdistanê pir xirab e. Lewma, dema rewşa asayî bû dê belav bikim.

 

Heta niha te çi qas pere xerckiriye ji bo albûmê?

 

Nêzîkê 30 hezar dolar. Ne pereyekî zêde ye. Ji ber ku eger bixwazî berhemekî xweş çêbikî, nabe çavê te li pereyan be. Ez stranan ji bow ê yekê nabêjim ku ji aliyê madî ve sûdê ji wan werbigrim. Dixwazim stranên min cihê xwe bigrin.

 

Dibêjin ligel hunermend Ziyad Esed, ji bo bîranîna Şêrgo Bêkes we tranek amade kiriye?

 

Rast e. Ziyad Esed bixwe ev berhem amade kiribû û dixwest bêje. Lê min daxwaz jê kir ku em bihevre tomar bikin. Dibe ku em bi hevre bêjin.

 

Jiber çi niha konserên te yên derveyî Kurdistanê kêmbûne?

 

Zêdetirî 20 salan e diçim derve konseran sazdikim. Êdî taqata min nema. Hezdikim ji vî şûnde li Kurdistanê xizmetê bikim.

 

Li vir beşdarê gelek ahengên li restorantan dikî. Hinek kes vê yekê weke karê stranbêjên nû dizanin. Gelo li ba te asayî ye?

 

Dema min stran gotiye, ti caran nezaniye ka navûndeg û pere çi ye, jiber ku ji dil stranan dibêjim. Beşdarbûna min a ahengên restorantan jî asayî ye. Jiber ku min got, ev yek kjarekî hunerî ye. Li derve jî hunermendên weke Mûîn û Daryûş beşdarê ahengên restorantan dibin.

 

Jiber çi klîbên te kêm in?

 

Hunermend dikare bêyî klîb jî bibe baştirîn hunermend. Hunermend heye ku xwedanê bi dehan klîb e lê cihê piyê xwe çênekiriye.

 

Çend zarokên te hene?

 

Du kurê min hene. Aran 12 salî ye û Adan jî 4 salî ye. Navê herduyan jî mamosta Şêrgo Bêkes danîn.

 

Keça mamosta Şêrgo Bêkes hevjîna te ye, serpêhatiya zewaca we çawa ye?

 

Malbatên me berî hev nas dikirin. Min jî li Almanyayê mamostayê nemir nas kir. Yekemîn car min keça wî jî li Swêdê nas kir. Zavayê wan ê din hevalê min ê zarokatiyê bû. Bi rêya wan çûme xwazgîniyê.

 

4 sal piştî koça dawî ya Şêrgo Bêkes, çi bandorek li ser te hiştiye?

 

Herdem di dilê min de ye. Di hemû hevdîtinan de wisa hestpê dikim ku ligel min e. Gotinên wî liber guhê min e. Dema diçim Silêmaniyê, wisa hest dikim ku tiştekî min ê mezin wenda bûye. Her cara têm Kurdistanê serdana gora wî dikim. Bi berdewamî jî hewl didin helbestên wî bikim stran.