Ji korîdorên nexweşxaneyê ber bi korîdorên hunerê ve

Hewlêr (Rûdaw) – Dema ku Ayhan Ay hêviya xwe ya jiyanê ji dest da, hunerê ew vegerand nav jiyanê.

Ayhan Ayê 30 salî ji ber nexweşiyeke serî 6 caran hat emeliyatkirin, 6 mehan di komayê de ma û dîtina xwe ji dest da.

Wî li ser pêşniyara dayîka xwe dest bi nîgarkêşiyê ango wênesaziyê kir û jiyana wî bi temamî hatiye guhertin ku ew niha mamosteyê wê pîşeyê ye.

Mamosteyê nîgarkêşiyê Ayhan Ay li ser rewşa xwe got:

“Min piraniya jiyana xwe, bi taybetî temenên herî xweş, li nexweşxaneyê derbas kir.

Min hêviya xwe ji dest dabû. Her 6 mehan carekê ez ji serê xwe emeliyat dibûm, min 6 neştergeriyên serî kirin.

Ew bi zimên hêsan e, di ya dawiyê de ez ketim komayê.

Ji korîdorên nexweşxaneyê derbasî korîdorên hunerê bûyîn pêvajoyeke gelekî zehmet bû.

Wisa xuya ye ez di wê mijarê de bi ser ketime.”

Beriya 12 salan bijîşkan ji Ayhan re got ku av di nav mejiyê wî de kom dibe.

Ji ber wê di nava 2 salan de 6 caran hatiye emeliyatkirin.

Wî 2 salan dîtina xwe ji dest daye lê piştre huner jê re bûye derman û ew vegerandiye jiyanê.

Ew dibêje, eger mirov bi daxwaz û bi hêz be dikare hemû zorî û zehmetiyên jiyanê derbas bike.

Mamosteya wî behsa wan rojên derbasbûna nav hunerê dike.

Mamosteya nîgarkêşiyê Neslîhan Ariciyê anî ziman:

“Ew di salên 2017-2018an de xwendekarê min bû. Kesekî gelekî jîr û bihêz bû.

Bi rêkûpêk dihat dersan. Min ew amade kir û beşdarî ezmûnan bû û bi ser ket.

Piştî ku zanîngeh qedand me jê xwest ku ew bi me re bixebite.

Ev çend meh in li cem me wekî mamoste dest bi kar kiriye.”

Ayhan niha di Kursên Perwerdeya Hunerî û Pîşeyî ya û Şaredariya Dîlokê de mamostetiya nîgarkêşiyê dike.

Ew dibêje, “di dema herî zor ê jiyanê de mirov dikare deriyekî hêviyê li xwe veke.”