Jan Axîn strana xwe Zerîba wek klîp jî belav kir

02-09-2023
RÛDAW
Klîpa Jan Axîn
Klîpa Jan Axîn
Nîşan Jan Axîn Klîp Zerîba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Jan Axîn ji bo strana xwe ya Zerîbayê klîpek çêkir û li ser Youtubê weşand.

Hunermend Jan Axîn strana xwe ya bi navê “Zerîba” ku 5 sal berî niha derxistibû, niha wekî klîp jî belav kir.

Peyvên stranê ji aliyê Jan Axîn û Mem Bawerî ve hatine nivîsandin û awaz jî ya Jan Axîn bixwe ye.

Derhênerê Kurd Alî Kemal Çinar jî derhêneriya klîpê kiriye.

Jan Axîn albûma xwe ya bi navê “Zerîba” sala 2018an derxistibû.

Hunermendê Kurd Jan Axîn herwiha du albûmên bi navên “Evînên Şikestî” (2005) û “Bajar” (2001) jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst