Rewşanê straneke nû belav kir: ‘Mala te li kêrê ye’

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Rewşan Mala Te Li Kêrê Ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Kurd Rewşanê straneke nû ya bi navê Mala te li kêrê ye’ belav kir.

Strana Rewşanê ya nû Mala te li kêrê ye’ roja înê li ser hemû platformên dijîtal hat weşandin.

Van salên dawî xebatên Rewşanê yên ku di kategoriya muzîka cîhanî de amade dike, ji aliyê guhdaran ve gelekî tê hezkirin.

Hunermend Rewşan vê carê jî bi straneke nû ya evîndariyê ya bi şêwaza poprock û funkê silavê dide me.

Rewşan bi performansa xwe ya serkeftî ya li ser dikê û bi dengê xwe yê hestiyar, wê hem li welêt hem jî li Ewropayê konseran bide.

Rewşan kî ye?

Hunermend Rewşan ji navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye û li Hûnerên Bedew a Perayê ya Stenbolê beşa kemanê qedand.

Wê di heman demê de li Zanîngeha Enqereyê de beşa psîkolojiyê û li Zanîngeha Bahçeşehîrê de beşa lîstikvaniyê qedand.

Rewşanê ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma "Dengên Bakur" ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî bû, amade û pêşkeş kir.

“Ax Lê Wesê”, "Tov", "Live Session Vol'1" û gelek singlên wê yên di kategoriya prograssive folkê de wek xebatên serkeftî hatin dîtin.

Hunermend Rewşan yek ji damezrîner û endama Orkestraya Stenbolê ya Mûzîka Fîlman e.

Rewşan li welêt û li dervayî welêt konserên xwe didomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst