Kurdekî Efrînî wek alîkarê derhêner di fîlmeke Hollywoodê de cihê xwe girtiye

Hewlêr (Rûdaw) – Sînemagerên Kurd ji xeynî amadebûna di festîvalên cîhanî de ber bi sînemaya Hollywoodê ve gav davêjin, Tim Adem xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 8 sal in li Almanyayê ye û beşa akademiyaya fîlman temam kiriye. Sînemagerê Kurd bi xebatkarên Kurd, Rûs û Amerîkî re ji bo fîlmeke nû ya Hollywoodê dixebite.

Heftem roja girtina fîlma Hollywoodê 'The Last Committee' ye û li bajarê Scheffert ê Almanyayê tê girtin. Nêzîkî 70 kesan li ser seta fîlmê amade ne, ji bo amadekirina dîmenan her yek ji wan bi karekî de ketiye.

Ciwanê Kurd ê ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê Tim Adem duyemîn derhênerê fîlmê ye ku bi derhênerekî navdar ê Hollywoodê vî karî birêve dibe.

Tim Adem got, “Dema min girêbesta xwe îmze kir ji bo min demeke dîrokî bû, bi rastî hêsir bi çavên ketin ji ber ku yekem fîlma min Hollywoodê bû. Ji bo kariyera min karekî gelekî girîng e.”

Sînemagerê Kurd Tim Adem 8 sal in li Almanyayê dijî û ji Akademiya Fîlman a Kolnê derçûye û heta niha 7 kurtefîlm çêkirine.

Sînemagerê Kurd Tim Adem her wiha anî ziman, “Di fîlmê de divê haya min ji her tiştî hebe, ji dîmenan bigire heta setê. Rejisor her tiştî nikare bike, em alîkariya wî dikin.”

'The Last Committee' fîlmeke aksiyonê ye ku beşek li Amerîkayê û beşek jî li Almanyayê ji aliyê derhênerê Hollywoodê yê 40 salî Ross Clarkson ve tê girtin.

Ross Clarkson got, “Ez derdora 40 salan e derhêneriya filmên action dikim, dibe ku min 15 yan 16 film çêkiribin, li gel piraniya ekterên binav û bang ên weke VanDam, Dolph Lundgren, Wesley Snipes, hemî cûreyên xortan û ya ku vê fîlimê cûda dike ew e ku bi nifşek kevnar a şerkaran re dixebitin ku beriya serdema min bûn, Niha ew vedigerin ku bi rastî biceribînin û jêhatîbûna ekteran pir zêde ye ji ber vê yekê ev fîlim ji fîlimên kevn dramatîktir e.”

Shawn David, nivîskar û çêkerê fîlmê dibêje Tim bandor li wî kiriye û anî ziman, “Baweriya me ew bû ku me pir xwest fîlimek din a action ya salên 80-an berhem bînin, ji bo kesên ku berê bi Jean-Claude VanDam û Arnold Schwartz Negger mezin bûn, fîlm li ser pehlewaniyeke şer a navdewletî ya neyasayî ye ku lehengê me ji bo rizgarkirina keça xwe neçar dimîne şer bike, ji bo vê fîlimê ez li yekî wekî Tim geriyam, dema ku min Tim di fîlimekî de bi saya hevkarekî dît, ez ji karê wî têgihîştim û bi rastîbûna wî bandor bûm. Ji ber vê yekê niha ez pir kêfxweş im ku ew bi me re ye û ew ji bo tîmê me samaneke mezin e.”

Tim Adem çavdêriya tîmê dike, di filmê de bala xwe dide her tiştî û di pirsgirêkan de alîkariya her kesî dike.

Matthias Landwehr, lîstikvanê sereke got, “Ez bi rola bavê keçikê radibim ku mixabin du sal berê hevjîna xwe winda kiriye û soz dide keça xwe ku pehlewaniya xwe ya dawî li NewYorkê bilîze. Piştre ew dema xwe ji wê re terxan dike û bala xwe dide wê, lê paşê keça wî tê revandin û ew neçar dimîne ku di komîteyeke neyasayî de şer bike. Bi rastî serê sibê dema ku em hevdu nas dikin Tim li vir kesê yekem e. Xweşbextane, ew li vir xwedî enerjiyeke mezin e û min kêm caran tiştek wiha dîtiye. Ew gelek alîkariya min dike.”

Tê plankirin ku fîlma 'The Last Committee' di meha Nîsanê de li Amerîkayê were nîşandan.