Nexweşekî ji Rojava bi muzîk û stranan êşên xwe ji bîr dike

Hewlêr (Rûdaw) – Ramî Adil ê temen 16 salî xortekî Kurd ê ji bajarokê Tirbespî yê Rojavayê Kurdistanê ye, ku niha li Kampa Dareşekran a Hewlêrê dijî. Ramî nexweşiyeke giran pê re heye lê bi gotina wî bi xwe, ji bo ku zêde hest bi êşê neke û bêzar nebe, sazê dijene û bi rêya muzîk û stranan hinekî êşên xwe ji bîr dike.

Ramî Adil ê 16 salî car caran li ser torên civakî weşanên zindî dike û hin caran bo dema demjimêrekê sazê dijene û stranan dibêje. Ji ber hezkirina wî ya bo sazê û muzîkê, bi “Ramî Saz” tê naskirin.

Nexweşiya Ramî, nexweşiyeke dijwar e ku ji zikmakî ve pê re heye, ew jî bûye sedema perîşaniya wî û malbata wî, lê weke ew dibêje, nexweşî nebûye asteng li pêşiya pêşxistina şiyanên min ên hunerî, ku gelek hêz û enerjiyê dide min.

Ramî ji Rûdawê re ragihand, pêştir jî wî gelek ji huner û muzîkê hez dikir û got, “min tepil (derbik) lêdixist, lê du sal beriya niha min ji bavê xwe re got, ez ji jenîna sazê hez dikim, bavê min jî daxwaza min qebûl kir û ji min re saz kir.”

Ew xortê Kurd tevî ku nexweş e, lê teslîm nebûye û dibêje, armanca wî ev e ku bibe kesekî serkevtî di warê xwe de ku muzîk û stran e û tekez dike, dê berdewam bim heta digihim armanca xwe.

Adil Mihemed, bavê Ramî derbarê kurê xwe de ji Rûdawê re dibêje: Li Şamê me 12 neştergerî jê re kirin, lê ti ji wan neştergeriyan serkevtî nebûn. Me derdekî mezin ji destê wê nexweşiya Ramî kişandiye.

Bi gotina Adil Mihemed, Ramî tenê du sal temenê wî bûye, ku qî hest bi wê yekê kiriye muzîkê bandorek erênî li ser heye, çimku bi gotina wî, her tiştek ku dengek jê hatiba, Ramî destê xwe lêdida.

Vîrusa koronayê ku niha li Herêma Kurdistanê û li piraniya welatên cîhanê  belav bûye, bandorek xirab li ser rewşa Ramiyê 16 salî daniye. Bavê Ramî dibêje, vîrusa koronayê bo wan gelek xirab bû, çimku pêş vê vîrusê, rêxistina Netewên Yekgirtî serdana malbata Ramî kiribûn û rewşa wî şopandibûn, navê wî tomar kiribûn û çavpêkevtin pê re kiribûn, daku wî ji bo çareseriyê bibin derveyî welatî, lê li gel hatina vîrusa koronayê û qedexeya hatinûçûnê, hemû tiştek rawestiya.

Ramî tevî malbata xwe sala 2015 ji ber şerê navxwe yê Sûriyê, koçberî Başûrê Kurdistanê bû û niha li Kampa Dareşekran a ser bi parêzgeha Hewlêrê nîştecih bûne.  Xûşkek û du birayên Ramî hene.