Dilê Qeyran li cem pêşmergeyan e


Hewlêr (Rûdaw)- Stranbêjê Kurd Şerîf Qeyran mijûlî albûmeke stranan e, lê ew li benda sponsereke baş e. Herwiha dibêje dilê wî her li cem pêşmergeyan e.

Şerîf Qeyran di pêwendiyeke telefonî de ji Bakurê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Niha Albûma min ku ji 15 stranan pêk hatiye, amade ye ji bo belavkirinê, tenê li benda sponseriyeke baş im, ji ber ku min karekî gellekî ciyawaz kiriye”.

Qeyran herwiha got “Albûma min bi şêwezarê kurmancî, soranî  û zazakî ye. Diwêtek jî tê de heye ligel stranbêj Can Sever, piraniya awazên wê yên min in û hinek jî foliklorî ne”.

Hunermend Şerîf Qeyran got “Her dem dilê min li cem pêşmergeyan e. Lewma min straneke niştimanî ji bo wan gotiye”.