MÊRDÎN- Welatiyek 44 sal in kasetan difiroşe

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî bi navê Ethem Aksan li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, 44 sal in  kasetan difiroşe.

Ethem Aksan, eşkere kir ku kar û pîşeya wî mekanîk e lê ji ber ku ji stran, muzîk û cîhazên muzîkê  hez dike wî dest ji pîşeya xwe berdaye û bûye kasetfiroş.  

Hemû ew berhemên ku niha bi hêsanî dest nakevin, li cem  Ethem Aksan hene.

Ew xwedî arşîveke mezin a hunerî ye li Mêrdînê.

Ji bilî dikanê, depoyeke wî jî heye û zêdetirî 15 hezar kasetên wî hene.

Kasetfiroş Ethem Aksan eşkere kir ku heta sala 1978an gelekî têkelî muzîk, stran û şanoyê bûye û bi hunermendan re pêwendiyên wî yên bihêz hebûne.

“Ji derveyî welat gelek kes tên dikana min”

Dikana Ethem Aksan li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê ye.

Ji xeynî dikana wî ya çar metre û çargoşe, depoyeke wî ya kasetan jî heye.

Ethem Aksan amaje bi wê yekê jî kir ku ji gelek welatên biyanî kes diçin dikana wî û kasetan ji wî dikirin.

Aksanê 66 salî herwiha got:

“Min beşa girîng a jiyana xwe bi kasetan re derbas kiriye û ez gelekî hez ji wan dikim.

 Herwiha cihê hemû kasetan wekî navê xwe dizanim.”