Mala Belgenameyên Kaxezî hewl dide belgeyên li ser dîroka Helebê biparêze
Hewlêr (Rûdaw) - Mala Belgenameyên Kaxezî li Helebê li ser karê arşîvkirina pirtûk û kelepûrê nivîskî berdewam e. Elaa Seyid ê ku xwediyê Mala Belgenameyên Kaxezî ye dibêje, ew kar ji bo arşîvkirina her belgenameyekê dikin ku girîngiya wê ya dîrokî hebe, piştre wan belgeyan dixin nav websitekê da ku wan biparêzin.
Şerê navxwe yê Sûriyê bi giştî û li Helebê bi taybetî sedema destpêşxeriya belgekirina berhema nivîskî bû ji aliyê çend pisporan li vê pirtûkxaneyê.
Xwediyê Mala Belgenameyên kaxezî li Helebê Elaa Seyid anî ziman, “Em îro li Mala Belgenameyên kaxezî ya dîrokî ne. Em di qonaxa duyem a projeya erşîvkirina belgenameyan de ne, ku di nava şerê dijwar li Sûriyê û Helebê destpê kir. Ev kar bo erşîvkirina her belgenameyekê ye ku girîngiya wê ya dîrokî li bajar heye, piştre wan dixin nav websiteyê da ku wan biparêzin. Şiyanên me sînordar in, lê tecrubeyeke baş li ba me heye, em dixwazin ev destpêşxerî li hemû Heleb û parêzgehên Sûriyê belav bibe.”
Mala Belgenameyên kaxezî li Helebê hewl dide bi her awayî hemû belgenameyên girêdayî dîroka Helebê bidest bixe û erşîv bike, ku niha tebabekî zêde ya belgeyên nivîskî, dosyeyên kevn û tomarên girêdayî Helebê ji 150 salan ve bidest xistine.
Pisporê belgenameyan Umer Dan jî got, “Derbarê van belgenameyan de, pêngava ku berêz Ella pê rabûye bi rastî pêngaveke ecêb e, ti pertûkxaneyek din ev yek ne kiriye. Pertûkxane pertûkan an qertasiyê difiroşin, lê Elaa girîngiyeke taybet daye belgenameyan, govaran, nexşe û nivîsarên erşîvkirî.”
Li gor dîroknasan, 3400 sal berî Zayînê bajarê Helebê hatiye avakirin. Di navber asalên 2012an û 2016an de li nav Helebê şer û pevçûnên dijwar di navber grûpên çekdar û artêşa Sûrî de derketibûn, di encam de ji sedî 50ê Heleba kevn wêran bûbû.