DIHOK - Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in!

02-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mîkaîl Aslan Yekemîn Festîvala Semayê ya Dihokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Mîkaîl Aslan li Festîvala Semayê ya Dihokê peyamek belav kir û diyar kir ku hesteke gelekî xweş e ku em li ser axa xwe azad in.

Hunermend Mîkaîl Aslan wekî mêvanê rûmetê yê Yekemîn Festîvala Semayê ya Dihokê hatibû vexwendin.

"Me xwe li ser sifreya Êzidî, Suryan û Ermenan dît"

Mîkaîl Aslan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek derbarê Yekemîn Festîvala Semayê ya Dihokê de belav kir û got:

“Ez wekî mêvanê rûmetê ji bo Festîvala Semayê ya Dihokê hatim vexwendin ku di navbera 29-30 Nîsanê de ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Federal ve hatibû organîzekirin.

Demeke dirêj e min dixwest biçim wir û ew bû derfetek.

Gelek helbestvan û nivîskar û hunermendên wekî Ciwan Haco, Nasir Rezazî û Hesen Şerîf jî di nav mêvanên taybet de bûn.

Festîvaleke rengîn bi beşdariya tîmên sema û dansê yên çar parçeyên Kurdistanê hat lidarxistin.

Di van du rojên tije de, me xwe di nav wan çîrokan dît ku me qet nedixwest bi dawî bibin.

Mîna xewneke berê yan jî xewnekê bixwe bû.

Tîmên ji bajar û deverên cuda yên wekî Colemêrg, Kerkûk, Xorasan û Şingalê heta nîvê şevê berdewam kir.

Me xwe li ser sifreya Êzidî, Suryan û Ermenan dît.

Nebûna di bin desthilatdarî û siya dewleteke din de hesteke bi tevahî cuda ye.

Ez bi xwe meraq dikim ku em ji çi bê par mane, çi hesteke mezin e ku em li ser axa xwe azad bijin!

Herwiha hesteke xweş e ku muzîka me li vir jî deng vedide.”

Yekemîn Festîvala Semayê ya Dihokê bi dirûşma “Em Bi Hev Re Dilxweş In” di navbera 29-30ê Nîsanê de hatibû lidarxistin.

Festîval ji aliyê Rêxistina Semayê ya Kulturê ya Kurdistanê bi alîkariya Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Zanîngeha Dihokê hatibû sazkirin.

Nêzîkî 40 tîmên hunerî yên Herêma Kurdistanê beşdarî festîvalê bûbûn.

Herwiha ji Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Xorasanê jî gelek tîmên hunerî yên semayê beşdarî festîvalê bûbûn û govend û dansên xwe pêşkêş kiribûn.

Ji bilî tîmên semayê yên ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek hunermend, lêkoler û nivîskar jî beşdarî festîvalê bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst