Festîvala Fîlman a Kobanî dest bi wergirtina fîlman kir

02-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî hat ragihandin û roja dawiyê ya wergirtina Fîlman, roja 1ê Tîrmeha 2023yan e.

Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî ji duh Duşemê ve dest bi wergirtina fîlman kiriye û wergirtina fîlman heta roja 1ê Tîrmeha 2023yan berdewam dike.

Festîval dê îsal di navbera 09 -10ê Îlonê dest pê bike û dê di festîvalê de xelat werin pêşkêşkirin.

Li gor malpara Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî, filmên ku di navbera 2020 û 2023yan hatine berhamanîn tên pejirandin.

Berpirsê Peywendî û ragihandinê yê Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî Mistefa Zêdan ji Rûdawê re diyar kir ku wan dixwest îsal li Kurdistanê festîvalê saz bikin, lê derfeta wan çênebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst