MIHABAD - Peykera helbestavanê kurd Wefayî hate danan

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajare Mihabadê bi amadebûna nivîskar û hunermendan, perdeya liser peykerê helbestvanê navdar ê kurd Wefayî hate rakirin.

 

Li bajarê Mihabadê ya Rojhilatê Kurdistanê, peykerê helbestvan Wefayî hate danîn. Peyker ji aliyê peykertraş Rêbîn Heyderî ve hatiye çêkirin.

 

Mîrza Ebdûrehîm Sablaxî ku weke Wefayî tê naskirin, helbestvanekî navdar ê kurd e û li salaq 1844ê li bajarê Mihabadê ji dayik bûye.

 

Wefayî xwendina xwe ya destpêkê û ya hucreyî li Mihabadê xilas kiriye û her li vî bajarî destûra melatiyê wergirtiye.

 

Wefayî di sala 1902ê de ligel Şêx Seîdê Hefîd, Seyîd Ehmedê Xaneqa, Şêx Mistefayê Şêx Ebdulsemedê Qazî û Hacî Tofîqê Pîremêrd çûye Hecê. Wefayî li ser rêya vegerê li Erebîstana Siûdî nexweş dibe û koça dawî dike. Jiber vê li Erebîstanê tê bixakspartin.