Jiyana Hesen Haco Axa bû belgefîlm

Hewlêr (Rûdaw) - Hesen Haco Axa, kurê Haco Axa bû, axayê eşîreta Hevêrkan, fîlmeke dokumenterê li ser wî hatiye amadekirin û yekem car Rûdaw beşekî ji wê fîlmê diweşîne.

Hesen Haco Axa, kesayetiya civakî û netewî yê devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû, Kurdperwerekî naskirî bû, di navbera salên1898 -1963 jiya bû.

Jiyana Hesen Haco Axa bûye belge fîlim û têde hejmareke kesayetiyên civakî û kesên ku Hesen Haco dîtine beşdar beşar bûne û di fîlmê de li ser kesayetiya wî diaxifin.

Di dokumentê de belgeyên serdema Fransiyan li Sûriyê tên nîşandan.

Azad Berekat Belgefîlim amade kiriye, Alan Pêwend derhêner û montaja wê kiriye, dema fîlmê demijmêrek e.