Hêk di destên wî de dibin huner

Enqere (Rûdaw) - Gelek kes hene ku piştî dibin kêmendam (xwedî pêwîstiyên taybet) xwe di aliyê hunerê de pêş dixin. Hemîd Heyran jî yek ji wan kesan e  ku sala 1988an elektrîk bi wî digire û bi giranî birîndar dibe. Hemît Heyran piştî vê bûyerê her du lingên xwe ji dest dide. Hemît Heyran dibêje piştî ku ez seqet bûm min pêdîvî bi hunerekê hebû daku jiyana xwe pê xweş bikim. Ew niha li Tirkiyê weke şampiyonê hêka tê naskirin û heta niha hunera wî bi dehan caran hatine xelatkirin.

 

Hemîd Heyran ji Rûdawê were eşkere kir: “Sala 1956an li bajarê Kirşehîrê ji dayîk bûm. Bavê min necar bû, ji ber karên bavê min, 61 sal beriya niha em hatine navçeya Golbaşî ya Enqerê. Sala 1988an elektrîk ez girtim û ez bi giranî birîndar bûm û ez bûm kêmendam. Hesta jiyanê ji bo min gelek cuda bû. Ez her dem difikirîm min digot, gelo ez dê çi bikim? Ez dê çawa serederiyê li gel vê jiyanê bikim? Ez dê çawa debara xwe bikim, min ti huner jî nedizanî.”

 

Heyran li ser hunera xwe ya xemilandina hêkan dibêje: “Di huner û hostayiya hêkan de, gelek şêwazên karkirinê hene, ji birîna wê bigrin heta xemilandin û kemalandinê ji bo her qonaxekê hunereke baş lazim e. Hûn dikarin nexşan û wenayan li ser hêkan çêbikin. Her hêkekê taybetiya xwe heye, her hêkek li gorî taybetiya xwe dibe keresteyê vê hunerê.”

 

Hemîd Heyran diyar kir: “Niha di destê min de hêkên qazan û hêkên mirîşkan hene. Dema ku ez xeyalên însanan li ser hêkan dinexşînim, ez zêdetir hêkên qazan bikar tînim. Ez xeyalan li ser hêkan nexş dikim.”

 

Heyran dibêje: “Her çi hêkek be, em di destpêkê de vê hêkê ji bo paqijkirinê amade dikin û em paşî bi vî şeklî vê hêkê paqij dikin û amade dikin ji bo nexşandinê. Lê em nava hêkê jî naavajên dibe ku kêrî karekî me were.”