Jiyana kemanjenê ji Kobanî Hemedê Dûman bû belgefîlm

Hewlêr (Rûdaw) - Jiyana 90 salî ya dengbêj û kemanjenê ji Kobanî Hemedê Dûman bû belgefîlm û ew tê de wesîyeta xwe, bi zimanê Dûmanên Kobanî tembe û tekez dike.

 

Hunermend û lêkolerê mûzîkê Memo Seyda, belgefîlmek bi navnîşana "Dûman, Refek Kevok, Dîrok û Bîrok" li ser jiyana 90 salî ya dengbêj û kemanjenê Kurd, Mihemed Xelîl Xazî ku li herêma Kobanî bi navê Hemedê Dûman tê nasîn û navdar e, amede kiriye.

 

Amedekarê belgefîlma "Dûman, Refek Kevok, Dîrok û Bîrok" hunermend û lêkoler Memo Seyda, ew belgefîlm weke nameya derçûna xwe ya masterê, ji beşê muzîkolojiya ji Zanîngeha Stenbolê ya Teknîkê bi dirêjahiya 48 deqeyan amede kiriye.

 

Malbata Hemedê Dûman bi eslê xwe ji navçeya Pirdê ya ser bi Kerkûka Başûrê Kurdistanê ve ye, lê ew malbat, ji berî 7 bavan ve, li Kerkûkê xwînî bibû û koçberî Deşta Sirûcê û herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê bibû.

 

Dengbêj û kemanjenê Hemedê Dûman di sala 1929an de li bajarokê Şêranê li herêma Kobanî ji dayik bûye, piştî êrîşa DAIŞê li ser herêma Kobanî di sala 2014an de, ew jî koçberî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibû û ew niha di temenê xwe yê 90 salî de, li bajarê Qonya yê Tirkiyê dijî.