Koma Niştiman li Parîsê konsera ‘Kobanî’ li dar xist

Parîs (Rûdaw) – Koma Mûzika Niştiman li paytexta Fransayê bajarê Parîsê konserek li dar xist.


Konsera Koma Mûzika Niştiman a albûma bi navê “Kobanî” li Parîsê rastî eleqeyeke mezin hat.


Serokê Sendikaya Hunermedên Spedidamê François Le Prowano ji Rûdawê re got, divê bi birêya mûzik û çandê pirsgirêkên civakî yên kurdan û neteweyên din bêne nîşandan û wiha domand: “Ew di heman demê de bala neteweyên din jî dikêşînin. Bi vê yekê di navbera netewan de pirek ava dibe.”


Koma Mûzika Niştiman a Başûr Kurdistanê ye û bi sponsoriya Rûdawê bi serpereştiya Hejar Zehawî hatiye damezrandin. Koma mûzikê ji 6 mûzikjenan pêk hatiye û heta niha gelek caran beşdarî festîvalên navnetewî bûne.