Orhan Pamuk ‘Jina Por Sor’ nivîsand

Stenbol (Rûdaw) – Romana nivîskarê xwedî xelatê Nobelê yê tirk Orhan Pamuk a bi navê “Jina Por Sor” ji weşanxaneya Yapi Krediyê derket.

Nivîskarê navdar Orhan Pamuk romanek bi navê “Jina Por Sor” bi ser berhemên xwe ve zêde kir.

Orhan Pamuk di romana xwe ya nû de behsa çîroka evînek beriya 30 salan li bajarokê nêzîk Stenbolê jiyaya, dike.

Pirtûkên Orhan Pamuk bo 63 zimanan hatine wergerandin û li Tirkiyê 2 milyon û li cîhanê jî 13 milyon pirtûkên wî hatine firotin.

Pamuk heya niha li welatên cuda çend xelatên girîng ên edebî û hunerî yên navneteweyî standiye.

Pirtûkên Pamuk ên bi navê “Navê Min Sor e” û “Berf” di dîroka Tirkiyê de pirtûkên herî zêde bo zimanên biyanî hatine wergerandin û xwendin in.