Hunermend Şefîq Bavê Reid klîpek derxist

02-01-2023
RÛDAW
Şefîq Bavê Reid, hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê.
Şefîq Bavê Reid, hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê gelêrî yê navdar li Rojavayê Kurdistanê, Şefîq Bavê Reid vê carê li ber tembûra komedyenê Kurd Bavê Hisên distirê.

Şefîq Bavê Reid hunermeendekî gelêrî yê naskirî ye li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li herêma Cizîrê, gelek kes wî bi “Em Hernê Bavê Min” nas dikin.

Hunermend Şefîq stranên folklorî gelek baş dizane û piraniya caran

Şefîq Bavê Reid, vê carê li ber tembûra komedyenê Kurd Bavê Hisên distirê, dîsa gundî di klîbê de dilîzin.

Navê klîpê Fehîme û Xensê ye, Macid Welîka derhêneriya wê kiriye û Îsa Ferhan jî serpereştyar e.

Dîmenên klîpê li gundê Hasidê li mala rehmetî Rifet Darî hatine kişandin.

Di klîpê de, dema ku gundî dengê muzîkê dibihîsin, her kes dev ji karê xwe berdide û dikeve dîlanê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst