Domîz Idol diyar bû

Dihok (Rûdaw)- Domîz Idol bi dawî bû û beşdarbûyê bi navê Riyad Hisên bû Domîz Idol û xelata xwe pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kir.

Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Kampa Domîzê ya nêzîkî Dihokê, pêşbirkek bo destnîşankirina xort û zarokên ku deng xweş lidar xistibûn.

4 deng gihaştbûn qunaxa dawî û bi dengdana beşdarên ahenga dawî de, Riyad Hisên wek Domîz Idol hate hilbijardin.

Riyad xelata xwe diyarî  Hêzên Pêşmerge li eniyên şer kir û soz da kesê deng dane wî ku ewê di hunerê de bêrdewam be.

Pêşbirka bi serpiriştiya sentera Serdem birêve çû xwedanên wê xwe amade dikin bo gava duyemîn ji Domîz Idol.

Di pêşbirkê de 37 keç û xort û zarok beşdarbûn û 15 rojan berdewam kir.