Hewlêr (Rûdaw) – Rewşenbîrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê Eşo heta dawiya jiyana xwe jî navber neda kar û xebatên xwe yên derbarê Kurd, Kurdî û Kurdistanê de û bi sedan berhem li pey xwe hiştin.
Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan û wergêrê Kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê 1ê Mijdara sala 1934an li Tiblîsa paytexta Gurcistanê ji dayîk bû.
Xwendina xwe ya destpêkê di dibistana gundê xwe yê bi navê Pampê li Tiblîsê ve bi giranî bi zimanê ermenî pêk anî. Sala 1958an li Peymangeha Zanîngeha Êrîvanê beşa dîrokê xwendiye. Salên 1958-1961an weke serokê dibistana gundê Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lenîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) li beşa Kurdzaniyê da ya Enstutiya Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994an wek redaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her wisa jî wek redaktor-wergêrê beşa weşanên bi Kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Êrîvanê kar kiriye. Ji sala 1995an heta 23ê Çileya sala 2015an li Brûksela paytexta Belçîkayê ma.
Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya Kurdî ya Riya Teze da û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenistanê yên wêjeyî da ji sala 1958an û vir ve hatine çapkirin. Berhemên wî yên lîteratûra bedewî weşanên Kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi taybetî bîranînên wî li ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên Kurd dî jî hatine çapkirin ku salê carekê bi sernavên ‘Behara Teze’ û ‘Behar’ li Êrîvanê di salên 80î û 90î de hatine weşandin.
14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên derbarê Kurd û Ermeniyan de bi pêşgotinên Wezîrê Eşo hatine weşandin ku her yek ji wan wek xebat, lêgerîneke zanyarî tên dîtin. Jibilî wan gelek gotar û raporên wî yên taybet li ser pirsên Kurdzaniyê û Kurdzanan, dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtiya Sowyêtiyê û Ermenistanê bi şiklê lêkolînên zaniyarî di belevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatên Ewropayê û li Herêma Kurdistanê bi Kurdî, Ermenî, Rûsî, Almanî hatine çapkirin. Hejmarek ji wan raporên zaniyariyê ne bê ka Wezîrê Eşo beşdarî beşdarî kîjan konfêransên zaniyarî li heman welatan bûye.

Weke rojnamevan-pûblîsîst Wezîrê Eşo ji nîvê salên 50î yên sedsala bûhorî û vir ve deng vedaye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sowyêta berê, welatên Ewropayê û Kurdistanê da hatine weşandin, di malperên Kurdî de hatine belavkirin, bi giranî yên li ser dîrok û jiyana Kurdên Sowyêtistanê ya çandî. Herwiha bi sedan gotarên wî bi zimanên Kurdî, Ermenî, Rûsî li radyoya Êrîvanê û kovaran de hatine belavkirin.
Wezîrê Eşo bi sedan semînerên li ser dîroka Kurdistanê, taybetî jî li ser tevgera azadîxwaz a Kurd, wêje û çanda Kurdî, Kurdzanînê li Ermenistanê û piştre li welatên Ewropayê, nemaze Belçîka û li Herêma Kurdistanê encam dane.
Pirtûkên çend nivîskar û zanyarên Kurd, di nava wê jimarê da yên fêrên ziman û lîteratûra Kurdî bi rdaktorî û serrastkirina Wezîrê Eşo hatine weşandin.
Wezîrê Eşo di warê wergêrvaniyê de jî xizmeta pêşxistina wêjeya Kurdî û xwendevanên wê kiriye. Wî gelek berhemên nivîskarên ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên li ser jiyana Kurdî û qehremanên Kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên Kurd. Bi wergera wî herwisa jî kurteromana nivîskarê rûsî yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê ‘Têmûr û Koma Wî’ beşa pirtûka fêran ya ‘Zimanê Kurdî’ ya kirêstomatîk da ya bona pola 4an hatiye pêkanîn.
Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya Kurdî jî kiriye. Di radyoya Êrîvanê da ew pir salan şîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radyoyê (radiokompozîsiyan) de yên li ser bingeha berhemên nivîskarên Kurd û Ermenî çêkirî. Du şanoyên radyoyê jî li ser bingeha serpêhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên ‘Tîgran û Mehmûd’ û ‘Koçekê Derewîn’ hatine amadekirin. Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê ‘Remo, Şemo, Temo û lawik’ çend salan li ser dika Şanoya Elegezê ya Kurdî ya gelêrî bi awayekî serkeftî hatiye nîşandan.
Wezîrê Eşo di dawiya jiyana xwe da bi giranî li ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir, li ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sowyêtiyê ya berê salên 1947-1958a.
Reşnivîsarên bîranînên Wezîrê Eşo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên stûr dikin.
Wek nivîskar û wergêr Wezîrê Eşo yekemîn ronakbîrê Kurd e li Ermenistanê û derveyî sînorên wê ku hêjayî xelata Yekîtiya nivîskarên wê komarê ya bi navê Erebê Şemo (Şamilov) bûye. Ew hatiye hilbijartin weke endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Ermenistan û Yekîtiya Sowyetê. Ji ber kar û barê xwe yê civakî yê aktîv, bi kelecan ew hatiye hilbijartin wek cîgirê serokê Şêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenistanê.
Piştî hatina li Ewropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam dikir wek endamê Enstutiya Kurdî ya Brûkselê, lê piştre bû endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li heman bajarî. Ew herwisa jî hatibû hilbijartin weke Serokê Rûmetê yê Rêxistina Kurdên Kafkasyayê li Belçîkayê.

Wezîrê Eşo heta dawiya jiyana xwe li Belçîkayê kar û xizmetên xwe yên ji bo Kurd, Kurdî û Kurdistanê berdewam kirin û roja 23ê Çileya 2015an li wî welatî koça dawî kir.
Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirin : ‘Mizgînî’ (Êrîvan, 1976); ‘Xebera Dosta’ (berevoka novêlên nivîskarên ermenî bi pêşgotin û wergera ser Kurdî); ‘Dengbêj Kal Bûbû’ (Êrîvan, 1983); ‘Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî’ werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Êrîvan, 1986) ; ‘Pamp-Sîpan’ (Êrîvan, 1986) ; ‘Dosya Barzanî di Sindoqa Polayî ya Stalîn de’ (bi Kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; ‘Pariyê Berdemayî’ (Hewlêr, 2008) ; ‘Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo’ (Hungary, 2010) ; Zargotinzanê Kurd yê Mezin’ (bi ermenî, Êrîvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; ‘Simoyê Şemo: jîyan û kar’ (bi Kurdî, Êrîvan, 2013); ‘Pirtûkên Kurdî li Ser Kurdan - Li Ermenîstanê’ (bi Kurdî, Brûksêl 2016); ‘Sîber’ (bi Kurdî, Diyarbekir, 2016); ‘Qirme’ (bi Kurdî, Diyarbekir, 2016); ‘Tosinê Ûşan’ (bi Kurdî, Diyarbekir, 2016); ‘Îtbarî’ (bi Kurdî, Diyarbekir, 2016); ‘Hosta Hovannes’ (bi Kurdî, Diyarbekir, 2016); ‘Kilam û Penûs’ (bi Kurdî Diyarbekir, 2018).
Niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo li ber çapê ne û ji bo weşandinê tên amadekirin : ‘Wêjeya Kurdî li Ermenîstanê’, ‘Stranbêjê Kurd yê mezin Şivan Perwer’, ‘Dîrokzanê Kurd yê bi nav û deng Şekroyê Mihoyî’, ‘Doxtirê Kurd yê lêgêndî Şîraliyê Eşo’, ‘Kurteroman’, ‘Hûnera Kurdî ya stranê û mûzîkayê û qeydkirina berhemên wê li Ermenîstanê’ û yên din.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse