Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah pêşkêşî Dilşad Seîd hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah a îsal Hunermend û mûzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd wergirt.
Cemîl Horo û Bavê Selah du hunermendên Efrînê yên navdar in, du kesên dengxweş û niştiman perwer bû, salên dûr û dirêj stran gotin û bi dengê xwe xizmete dengbêjiya kurdî kirin.
Ji bo bîranîna herdu hunermendên koçkirî yên herêma Efrînê Cemîl Horo û Bavê Selah, li bajarê Bonn ê Almanyayê xelat hat dayîn.
Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah a îsal bi merasîmekê kemanjenê navdar Dilşad Seîd wergirt.
Ew xelat her du salan carekê ji bo hunermendekî tê pêşkêş kirin.
Ev duyemîn xelata Cemîl Horo û Bavê Selah e tê pêşkêş kirin, ya yekem ji bo hunermend Nizamettin Ariç bû ku Kurd wî weke Feqê Teyran nas dikin.
Cemîl Horo di sala 1934 ji dayîk bûbû û sala 1989 koça dawî kiribû, Bavê Selah jî sala 1952 ji dayîk bûbû sala 2014 jî wefat kiribû.
Kemanjen û awazdaner Dilşad Seîd
Hunermend, muzîkjen û muzîkzanê naskirî yê Kurd Dilşad Seîd, sala 1958an li Duhokê ji dayîk bûye, 1977an Peymangeha Hunerên Ciwan a Bexdayê temam kiriye, 1979an grûpa muzîka Duhokê damezrandiye.
Dilşad Seîd sala 1984an li Brîtanyayê dest bi xwendinê kir, sala 1988an bawernamya masterê li Zanîngeha Walesê wergirtiye, ji sala 1991an de li Nemsayê niştecih e û li zanîngehên wî welatî waneyên muzîkê dide.
Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd, roja 19/06/2018an di merasîmeke berifeh de bawernameya doktorayê di warê Muzîka Kurdî de li Zanîngeha Mozart a li Salzburg a Nemsayê wergirt.
Herwiha yek ji bawernameyên girîng ên jiyana hunerî ya Dilşad Seîd, bawernameya Akademiya Şahitiyê ya Brîtanyayê ye li Londonê ji bo kemanjenînê.
Nameya doktorayê ya hunermendê Kurd Dilşad Seîd di bin navê “Lêkolîn li ser muzîka Kurmancî- li berçavgitina strana rîtmî” de bû ku paşê giftugoya teza xwe hunuermend Dilşad Seîd, bawernameya doktorayê bi pileyeke gelek baş bi şêweyekî fermî li zanîngeha Mozart wergirt.