Diyana Karazon bi cilên Kurdî û bi strana Kurdî

01-09-2016
RÛDAW
Nîşan Hunermend Ereb Diyana Karazon Cilên Kurdî Strana Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda super star a Ereb, Diyana Karazon ku dayika wê Kurd e, ragihand, ku ew stranekê bi zimanê Kurdî tomar dike.

 

Karazon di bernameyeke weşana zindî ya kanala erebî de aşkere kir, ku nûtirîn kar û berhemê wê yê hunerî straneke bi zimanê Kurdî ye.

 

Karaznon da xuyakirin, ku navê stranê Xaka Şîrîn e û helbest û awaza wê ji aliyê awazdanerê Kurd Helkewt Zahîr ve hatiye amadekirin.

 

Karazon her di heman bernameyê de aşkera dike, ku dayika wê Kurd e û ji ber wê yekê ew jî bi nivî Kurd e û li ser wê bingehê wê hez kiriye, ku stranekê bi zimanê Kurdî bixwîne.

 

Derbarê wê yekê, Helkewt Zahîr ji Rûdawê re ragihand: “Ev cara yekemîn e ku hunermenda super star a Ereb, Diyana Karazon stranekê bi zimanê Kurdî dixwîne, ku biryar e di wan rojan de li welatê Tirkiyê karê tomarkirina deng bo wê berhemê bê kirin.”

 

Helkewt Zahîr herwiha got, stran evîndarî ye û bi her du şêwezarên Soranî û Kurmancî tê xwandi, herwiha di stranê de navê Kurdistanê jî tê gotin.

 

Diyana Mihemed Karazon di sala 1983an de li Kuweytê ji dayik bûye, lê belê li Urdinê mezin bûye.

 

Di malbateke hunerî de mezin bûye û di sala 2003an de weke hunermendeke Ereb, bûye super star a hunrmendên welatên erebî.


 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst