Grup Yorum û 2 komên din nikarin beşdarî Festîvala Munzûrê bibin!

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê Grup Yorum Koma Folk Veradardz a Ermenî Grup Îsyan Ateşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Dêrsîmê, rê neda komên “Grup Yorum”, “Grup Îsyan Ateşî” û “Koma Folk Veradardz a Ermenî” beşdarî 21. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê bibin.

21. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê, ku ji aliyê Şaredarî û hinek saziyên sivîl ên Dêrsîmê ve hatiye organîzekirin dê di navbera 3-6 Tebaxê de bê lidarxistin.

Di 4 rojên festîvalê de li navenda Dêrsîmê û navçeyên wê dê konser, panel û konferans bên lidarxistin.

Komîteya Amadekar a Festîvalê ragihand ku Parêzgariya Dêrsîmê destûr nedaye komên “Grup Yorum”, “Grup Îsyan Ateşî” û “Koma Folk Veradardz a Ermenî” beşdarî 21. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê bibin.

Ji ber vê yekê jî her sê kom ji bernameya festîvalê hatin derxistin.

"Festîval dê bêyî beşdariya her sê koman bê lidarxistin"

Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê Ozkan Tacar derbarê mijarê de daxuyanî da û got:

“Helwesta me ew e: Hemû kes bi awayekî demokratîk nêrîna xwe bîne ziman. Parêzgariya bi nivîskî em agahdar kirin ku he sê kom nikarin beşdarî festîvalê bibin. Her sê koman jî got, 'Em naxwazin ji ber me rewşeke neyînî rû bide' û ev ji ber berdewamkirina festîvalê erênî ye.

Festîval dê bêyî beşdariya van her sê koman bê lidarxistin. Em li hêviya hemû heval û dostên xwe yên Dêrsîmî ne.”

Festîvala Dêrsîmê sala par jî ji ber heman pirsgirêkê hatibû betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst