Dînbûn û Faşîzm di romana Bextiyar Elî ya dawî de
Hewlêr (Rûdaw)- “Hewrekanî Danyal – Ewrên Danyal” romana dawî ya nivîskar û wêjevan Bextiyar Elî ye. Ev roman berovajî ezmûnên din ên Bextiyar Elî, bi awayekî reel û têkelkirina xeyal û fantazî û nerîneke arkeolojî hatiye nivîsandin, çimkî nivîskar me dibe nav dîroka destpêkirina şaristaniyê û awayê dirustbûna nasnameya mirovê rojhilatî û çavkaniyên şîdetê û diyardeyên wê.
Berovajî wan nerînên belav li ser dîroka mirovê rojhilatî û pêvajoya dirustbûna nasnameya wî ku li jêr bandora hizrên Marx û Hegel wek hêleke rast a geşbûnê dihatin dîtin û ji qonaxekê diçûn ser qonaxeke din, Bextiyar Elî wan nerînan li ser mejiyê mirov û dîrokê dixe jêr guman û pirsyaran.
Ev roman wek karê hêzeke tenê li dîrokê nanere. Bandora xewn, şîdet û tirsê li ser dirustkirina dîrokê ji bandora hêzên mezin ne kêmtir e. Wek bêje nerîna aqilmend her tiştî şîrove nake û raz û nihêniyên dîrokê bêhtir di nav zihn û xeyala mirovan de ne.
Dîrok ne çend yasayek e û bi pergal birêve dihere, lê dîrok bê pergal e û em dixwazin bi darê zorê dîrokê bi pergal bikin. Tirsa mezin a romannivîs ji wan hêza ye ku karê pergalkirina dîrokê li stûyê xwe digirin.
Kesên mîna Dr. Siyamend, Sey Eslan û Neqîb Yuksel bi karê pergalkirin an rêxistina dîrokê radibin û bi rêya vî karî dibin kesên tawanbar. Ji nivîsên din ên romannivîs, em wê rastiyê dizanin ku Faşîzm dirustkirina wêneyekî mirov e ku bi wê xwesteka ku ji dîrokê re hatiye diyarkirin li hev bike.
Bi giştî li ba nûser, dîtina arkeolojî ne ji bo têgihîştina dîrokê wek çend çîrok û bûyeran e, lê ji bo têgihîştina wan beşên li ser psîkolojiya mirov dilûsin, beşên hestpênekirî ku bi zelalî ji me re nediyar in. Xwendina arkeolojî ne ji bo wê yekê ye ku bêje dema niha wek rabirdû ye, lê ji bo bipirse bi çi sedemî tirsên kevn vedigerin û em nikarin xwe ji wan rizgar bikin.
Em dikarin bi rêya vê romanê bigihin asteke pirr kûrtir ji wan zanyariyên ku me heta îro li ser mirovê rojhilatî dirust kiriye. Li tenişta aliyê arkeolojî, aliyekî romanê yê psîkolojî jî heye. Nûser rewşên ku nasnameya mirov di wan de hatiye afirandin nîşanî me dide, herwiha psîkolojiya mirovan wek beşekî ji bîranîneke dîrokî dibîne.
Psîkolojî û derûn di vê romanê de carekê wek şanoyeke dîrokî ye û carekê jî di têkiliyeke berdewam bi yên din re ye. Meseleya ku mirov eynî xewnê dibînin an Rênwar xewna yên din dibîne, hêma ye li ser baweriyeke nûser ku derûn cihekî vekirî ye, dîrok derûnê dilivîne û derûn jî bi cihê xwe bandorê li ser dîrokê dike. Nûser ji me re dibêje, derûna girtî gava vedibe, bi cureyekî tirsnak vedibe û tiştên bixof tê de hene.
Romana Ewrên Danyal bi jiyana yek ji lehengên romanê “Rênwar Zeryawar” dest pê dike. Rênwar ciwanekî sade, dilovan û xwendewar e ku li ber destê apê xwe kar dike. Demekê li bajêr xelk ji ber dîtina xewnekê hest bi kaos û tevlîheviyê dikin û berê xwe didin ba apê Rênwar bo dîtina çareseriyekê.
Ew tekane psîkologê bajêr e. Dema nûser dibêje Dr. Siya tekane psîkologê bajêr e, dixwaze ji me re bêje derûn bûye cihekî nenas û jibîrkirî, tevî ku pirraniya bêtaran ji derûna mirov tên.
Piştî demekê hejmareke zêde ya şêniyên bajêr heman xewnê dibînin û ew xewn wek nexweşiyê bela dibe. Xelk di xewna xwe dibînin ku mirovek serê wan jêdike. Ev dibe sedemê tevlîhevî û dilgiraniya welatiyan û dûre digihin wê baweriyê ku zindaneke bajêr bikin nexweşxaneya psîkolojî û hemû nexweşan tê de kom bikin.
Apê Rênwar da wek psîkologekî çareseriyekê ji nexweşan re bibîne, Rênwar dişîne ba hevalekî xwe yê kevn bi navê Profesor Behnam ku profesorê dîrokê ye û jê daxwaz dike da ku nexweşiyê fam bike, vegere dîroka dirustbûna Dêlawarê. Bi baweriya wî, ew xewn girêdayî dîroka bajarê Dêlawarê ye.
Ev geşt Rênwar dixe ser rêyeke dirêj a gera li derûna xwe, derûna dîrokê û derûna mirovên din. Karekî wiha ye ku romannivîs bi berdewamî me li ser sê hêlên cuda dilivîne bêyî ku bihêle em hest bi xwarî yan nerêkiyê bikin, bêyî ku em hest bikin ku em bi berdewamî di çûnûhatin û tevgerê de ne di nav cih û demên cuda de.
Di wê geşta li pey nihêniya xewnê de, em fam dikin ku bajar ji ber hebûna zindaneke mezin li navenda wî geş bûye û hemû xelk berê hatine û bi mebestên cuda li dora dîwarên wê zindanê niştecî bûne.
Kesê ku agehdarî nivîsên teorî yên nûser be, dizane ku çavkaniya pirraniya bûyerên romanê vedigere wan têz û fikrên ku nûser li ser Faşîzm û awayê derketina wê li rojhilat nivîsandine ku berê wek gotar li ser wan kar dikir û di vê romanê de wek nîşandaneke reel û sembolîk, bi zimanê edebiyatê li wan vegeriyaye.
Lewra ev roman berovajî karên din ên nûser, tevlîheviyeke hûrbîn a dinyaya teorî û edebiyatê bi hev re ye, ku mixabin ev têkilî di karên din ên nûser de nayê dîtin. Nûser dide ser şopa hinek nûser û feylesofên naskirî ku bîr û baweriyên wan ên edebî di xizmeta bîr û baweriyên wan ên felsefî de bû, wek Sartre û Camus.
Li vir ezê pirr bi kurtî behsa hinek elementên sereke yên romanê bikim ku nûser bi nerîneke Foucaultî (girêdayî Michel Foucault) wan di nav bûyeran de nîşan dide.
Têbîniya min a yekemîn derbarê nexweşxaneya derûnî ye. Nexweşxaneya derûnî yan dînxane yek ji elementên sereke yên romanê ye ku nûser giringiyeke mezin pê daye. Kesên ku xewnê dibînin, bi mebesta dermankirinê û cudakirina wan ji mirovên sax, li dînxanê tên bicihkirin. Seqa û wesfê nûser li dînxanê “Hopital Janro” tîne bîra me.
Michel Foucault di pirtûka “Dînbûn û Şaristanî” de behsa Hopital Janro dike. Hopital Janro li Fransayê ji kesên dîn an kesên ne normal re hatibû avakirin. Foucault dibêje bi rastî Hopital Janro ne cihekî bijîşkî bû, lê wek zindan an kampeke kar bû ku desthilatê ji ber dirustkirina aramiyê ava kiribû.
Foucault dibêje dîn li wir wek ajel û heywanan dihatin dîtin. Da ku wan kontrol bikin, şîdeteke mezin li dijî wan bikar dianîn. Mebesta kesên ku ew cih ava kiribûn, ne rehetkirin lê kontrolkirina nexweşan bû!
Li nexweşxaneya Ewrên Danyal jî, şîdeteke zêde li dijî nexweşan tê kirin. Wek kampeke kar çi îşekî zehmet heye bi wan didin kirin, li wan didin da bikarin wan bêhtir kontrol bikin.
Foucault dibêje: Di sedsala 18 de, reformkarek bi navê Fillip Pinal hewl dide rewşa nexweşan hinekî baştir bike, wek Rênwar ku hewl dide rewşa nexweşan baştir bike. Lê dema nikare tiştekî ji wan re bike, li ser wan digirî.
Lê cudahiya mezin di navbera dinyaya Foucault û dinyaya Bextiyar Elî de, di wê xalê de ye ku li ba Foucault cudakirina dinyaya kesên biaqil û dinyaya kesên dîn bi dîwarekî stûr, nîşana kar û niyaza aqilê modern e. Aqilê modern stûnên xwe li ser xwecudakirin û xwedûrxistina ji dînbûnê ragirtiye. Lê Bextiyar behsa Faşîzma rojhilatî dike ku berovajî modernîteya ewropî hilgirtina cudahiya di navbera mirovê sax û nexweş de, wek rêyeke kontrolkirina civakê bikar tîne.
Her di destpêka romanê de hatiye gotin ku: “Maqûlên bajêr, siyasetmedarên me, xwendewarên me yên naskirî xwe wiha nîşan didan ku tûşî nexweşiyên psîkolojî nebûne. Şermezarî bû yek ji wan li ba doktorekî psîkolojî bê dîtin! Apê min pir dilgiran bû. Xelkê bawer dikir ku doktorê psîkolojî tenê kesên dîn rehet dike. Vî kîna di dilê wî de kir ku ew piştre bi sedan kesên sax bixe nav rêza dînan. Da teqez bike ku desthilata doktorê psîkolojî ne tenê li ser dînan heye, lê bi rastî li ser kesên saxlem û tendirust heye.”
Faşîzm bêhtir kontrolkirina mirovên saxlem e. Lewma nexweşxaneya Dr. Siya, hewl nade kesên saxlem û dîn ji hev cihê bike, lê armanc dike wan tevlî hev bike. Li cihekî din, niyaza faşîst a nexweşxanê diyar dike, dema General Mehmûdê Qereqazanî tê û dixwaze kesên dîl bixe kar de.
“General ji jêderekî zana zanibû ku nexweşên vir mexlûqên helawîstî ne, cûrekî mirovan in ku ne nexweş in û ne jî saxlem in, ne dîl in û ne jî azad in. Piştrast bû evder ne bîmaristaneke derûnî, dînxane yan navenda çareserkirinê ye; lê qaseyeke taybet e bi laşên mirovan ku General dikare sûdê jê bibîne.” Faşîzma rojhilatî mirovên dîn û saxlem cuda nake, lê qaseyekê dixwaze, mirovên tê de bi kêrî şer û komkujiyan bên.
Elementeke din a romanê kesayetiya serlehengê romanê Rênwar e ku nûser giringiyeke zêde pê dide. Eger nexweş û xewnbîn bi rêya ceza û lêdana gewdeyî bên kontrolkirin, Rênwar bi rêya hinek tiştên din ên nedîtî û hestpênekirî tê kontrolkirin û dibe ew kesê ku naxwaze bibe. Rênwar sembola mirovê bê îrade yê vê çaxê ye ku hêzên nenaskirî û mezin li gorî xwestekên xwe kesayetiya wî dirust dikin. Rênwar ku difkire û hest bi rastiyan dike, hestkirina wî bêhûde ye.
Wek nûser bêje: Zanîn û nezanîna rastiyê, bo van mirovên bê îrade tiştekî giring naguhere. Rênwar şaştiyên mezin dike, dibe alava şer, wek çawa Al Murad dibe tawankar. Lê Rênwar dixwaze bi rêya girî û rizgarkirina Zehaw balansekê dirust bike.
Nûser li vir nehatiye lehengekî mezin pêşkêşî me bike ku şerê dîrokê dike, lê mirovekî ciwan pêşkêşî me dike ku li gorî îmkana xwe dixwaze bi pakî wek mirov bimîne. Lê rewş wî xirab dike û nikare xwe bi hêsanî xilas bike.
Lê Foucault di eynî demê de ku behsa gîrobûna mirov di nav wê hemû tora desthilatê de dike, asoyekê jî li ber me datîne ji bo rizgarbûnê. Li vir da ku lêkolîn hîn dirêjtir nebe, ez behsa vê mijarê nakim, lê em hinek ji van hewldanan li ba Rênwar jî dibînin. Rênwar pirr caran zextê li xwe dike da bibe Rênwarê rasteqîn.
Şîdet jî cihê xwe di romanê de digire. Şîdet vedigere rabirdûya bajêr. Dema bajarê Dêlawarê li dora zinadanekê dirust dibe. Heyamekê bayê nûxwazî û modernîteyê digihe bajarê Dêlawarê, êdî ew dem e ku nasnameya mirov li Dêlawarê weke xwe namîne û têk diçe, mirov dibin xwedan nasnameyeke tirsonek û xeyalî, nasnameyeke bêwêne û windakirî û bêreng.
Lewma li Dêlawarê ciwan bi hêsanî û bêyî ku ji xwe bipirsin, carekê ji bo siberojê û carekê ji bo xebata neteweyî radihêjin keleşan û her carê bi hêncetekê dibin alavên şer. Dêlawar, dîroka vê rewş û vê çaxa ku em tê de dijîn, nîşanî me dide.
Xaleke din a giring di vê romanê de ew e ku ev romana nûser berovajî berhemên wî yên din bêyî karakterên jin e. Keçeke tenê tê de heye, ew jî di dawiya romanê de bi roleke pirr biçûk radibe. Ev nebûna jinan, ziyanê nagihîne jinan, lê nûser vê yariyê dike da nîşan bide ku ev rewşa şer û tariyê ji hêla mêran ve hatiye afirandin. Rola jinan di dirustkirina vê dîroka tarî de pirr kêm e. Ev kar yê mêran bi xwe ye. Jin di vê romanê de wek sembola xilasker û rizgarkera mirovatiyê û avakirina piştî rûxandinê derdikeve pêş.
Ev romana Bextiyar Elî ji hemû romanên wî yên din bêhtir pirsyar û gengeşeyên siyasî û wêjeyî vedihewîne, çimkî bi cûrekî sembolîk dîroka sedsalî ya Rojhilat bi rêya serpêhatiya du bajar û du mirovan ji me re vedibêje.
Ewrên Danyal
Bextiyar Elî