Şeyda berhemeke nû bi Kurmancî û Soranî belav dike

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê, Şeyda berhema xwe ya herî nû bi navê Sipêde Baş û bi awayê vîdyoklîp belav kir ku bi her du zaravên Kurmanî û Soranî ye.

Hunermend Şeyda derbarê vî karê xwe yê nû de ji Rûdawê re ragihand, “Têksta vê berhemê ya Xalid Omer e û awaza vê min bi xwe daniye, Amir Hesen karê qeydkirin, mîks û masterîngê jê re kiriye.”

Şeyda herwiha diyar kir, klîpa wî ya nû li bajarê Hanover ê Almanyayê hatiye qeydkirin û Hogir Hadî dîmenên wê kişandine. Wî herwiha got, ev berhema wî ya nû derbarê hêvî û hezkirina li jiyanê ye.

Hunermend Şeyda got, gotinên stranê bi herdu zaravên Kurmancî û Soranî ne û herwiha destnîşan kir, ew di vê berhema xwe ya nû de behsa vê dike ku mirov nabe jiyan bê hêvî bimîne.

Vîdyoklîpa nû di kanala taybet a wî hunermendê Kurd de li ser tora YouTube hatiye weşandin.

Berhema pêştir a Şeyda, vîdyoklîpa Gula Malê bû ku têkst û gotinên wê ji aliyê birayê wî Sefqan Orkêş ve hatiye nivîsandin û di dawiya sala 2021 de hat belavkirin.

Awaza strana Gula Malê ji Şeyda bi xwe ye, Amir Hesen karê mîks û masterîngê jê re kiriye û Hogir Hadî derhêneriya wê kiriye.

Hunermend Şeyda pêştir derbarê wê berhema xwe de ji Rûdawê re gotibû, wî awaza stranê bi awayê klasîk amade kiriye û bi bîranîna hunermendên wek Mihemed Elî Şakir, Mihemed Şêxo, Tehsîn Teha û Eyaz Zaxoyî, awaza wê klîpê daniye.

Di wê berhema Şeyda de sêva mîxekrêj jî heye ku kultureke Kurdî ye û dîrokeke kevnar heye ku dîroka wê vedigere bo hezaran sal beriya niha. Berê dema du kesan ji hev hez kirine, sêv ji hev re mîxekrêj kirine û piştre pêşkêşî hev kirine.

Navê dirist a hunermend Şeyda, Ehmed Remezan e, sala 1971an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, niha li Almanyayê dijî û xwediyê pênc albumên stranan e, herwiha çend vîdyoklîpên wî jî hene.