Hunermenda Kurd Helal Berçî koça dawî kir

01-05-2022
RÛDAW
Nîşan Helal Berçî Kurd Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a devera Badînan û dengbêja folklor Helal Berçî ku wek “xezîneya kultur û folklora Kurdî” dihat naskirin, di temenê 92 saliya xwe de koça dawî kir.

Ebdurezaq Nihêlî xwarziyê hunermend Helal Berçî îro Yekşembê 1ê Gulana 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Dema du heftiyan bû rewşa tendirustî ya hunermend Halalê xirab bûbû û demjimêr 03:00 sibeha îro koça dawî kir.”

Bi gotina Ebdurezaq Nihêlî, termê hunermend Helalê îro li gundê Berçî yê Duhokê hat veşartin.

Hunermend Helala ji ber zanîn û gotina bi sedan stranên dengbêjî wek “xezîneya kultur û folklora Kurdî” dihat naskirin.

Ebdurezaq Nihêlî xwarziyê hunermend Helal derbarê wê de dibêje, “Zêdetir ji 1000 stranên wê yên folklorî, serpêhatî û çîrokên Kurdî hebûn û bi dehan hunermendên naskirî yên Kurdistanê jî stranên wê gotine, wek hunermend Şivan Perwer, Hesen Şerîf û çend hunermendên din.”

Helal Berçî sala 1930an li gundê Berçî yê devera Nihêlê li sînorê nahyeya Dêrelûk a ser bi qeza Amêdiyê ve ji dayik bûbû û her ji temenê 10 salî ve dest bi stranbêjî û dengbêjiyê kiribû û bi taybet jî stranên folkolrî yên Kurdî digot.

Ebdurezaq Nihêlî xwarziyê hunermend Helal ji Rûdawê re diyar kir, ew dê wek malbat li ser serpêhatî û stranên wê hunermendê bixebitin û wek pirtûkekê çap û biweşînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst