Festîvala Kultûrî ya Balekayetî birêve çû

01-05-2019
RÛDAW
Di festîvalê de çand û kultûra berê ya herêmê hat nîşandan
Di festîvalê de çand û kultûra berê ya herêmê hat nîşandan
Nîşan Festîval Çand Balekayetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Festîvala Kultûrî ya Balekayetî birêve çû, di festîvalê de çand û kultûra berê ya herêmê hat nîşandan.

 

Heştemîn Festîvala Kultûrî ya Balekayetî hat lidarxistin, di festîvalê de pîşeyên kevn û adet û çanda herêmê hat nîşandan. Welatiyên bi temen dibêjin ku ew ketin nav bîranînên berê û xort jî dibêjin ku ev festîval bû sedema wê yekê ku em jiyana bav û bapîrên xwe bibînin.

 

Festîval li nav sirûşt û jîngeheke biharê birêve çû, amûr û kelûpelên ku niha teknolojî ew ji holê rakirine, hatin nimayîşkirin.

 

Welatiyên ku beşdarî festîvalê bûbûn dibêjn ku armanca wan zindîkirina kelûpelên herêmê ye, herwiha ji bo xelkê deverê hevdû jî bibînin, sedemek e.

 

Herwiha di festîvalê de hunermend û stranbêjên wê deverê, ji beşdaran re stran gotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst